​​​​​​​Îstîxbarata Tirk li Mabatayê welatiyek revand

Îstîxbarata Tirk welatiyek ji şêniyên gundê Sariya yê navçeya Mabata ya Efrînê revand.

​​​​​​​Îstîxbarata Tirk li Mabatayê welatiyek revand
27 cotmeh, 2021   09:31
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyên herêmî îstîxbarata dewleta Tirk a dagiker (MÎT) welatiyê bi navê Şukrî Mihemed Ebdo (65) ji şêniyên gundê Sariya yê navçeya Mabata ya Efrînê bi hincetên bêbingeh revandiye.

Heman çavkaniyan diyar kir ku Ebdo li pêş çavê şêniyên gund hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar ve birine.

(dm)

ANHA