'Li Îranê darvekirin bi rêjeyeke metirsîdar pêk tê'

Di raporeke navneteweyî de hate gotin ku Îranê heta niha 230 kes bi darve kirine, di nav de 9 jin û zarokek bi awayekî veşartî hatine bidarvekirin.

'Li Îranê darvekirin bi rêjeyeke metirsîdar pêk tê'
26 cotmeh, 2021   10:23
 NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Neteweyên Yekbûyî yê têkildarî mafên mirovan li Îranê Cawîd Rehman di raporeke xwe de desatnîşan kir ku heta niha Îranê 230 kes bi darve kirine, ji wan 9 jin û zarokek bi awayekî veşartî hatine bidarvekirin. Rehman destnîşan kir ku “Îran bûyrên darvekirinê bi rêjeyeke metirsîdar pêk tîne. Li gorî malpera 'i24NEWS' a Îsraîlê, di sala 2020`an de Îranê zêdetirî 250 kes bi darve kiriye, ji wan 4 zarok in.”

Di rapora navneteweyî de hate gotin ku têkildarî bingehên ku Îran ji bo ferzkirina cezayê darvekirinê bi kar tîne, metirsî hene.

Li gorî Rêxstina Efûyê ya Navneteweyî, sala par li Rojhilata Navîn Îran di aliyê bûyerên dervekirinê de  rêza yekemîn bû.

(cx)