Cemîl Bayik: Çareseriya rast lihevkirina Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê ye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK`ê Cemîl Bayik got, rejîma Tirkiyê şerekî qirêj li dijî Kurdan dimeşîne û destnîşan kir ku Erdogan bi xwe fermana bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla daye.

Cemîl Bayik: Çareseriya rast lihevkirina Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê ye
26 cotmeh, 2021   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî êrişên dewleta Tirk ên ji 23`ê Nîsanê ve li dijî hêzên gerîla daye destpêkirin, rola PDK`ê di wan êrişan de û gelek mijarên din de, rojnameya El-Nehar El-Erebî bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK`ê Cemîl Bayik re hevpeyvînek çêkir.

PDK`Ê HEVKARIYÊ BI TIKRIYÊ RE DIKE

Cemîl Bayik ji rojnameyê re destnîşan kir ku îstixbarata Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) agahiyên îstixbaratî dan îstixbarata Tirkiyê (MÎT) û balafirên bêmirov ên Tirkiyê êriş li dijî hêzên gerîla pêk anîn.

Cemîl Bayik got: “Bi hevkariya PDK`ê, MÎT`a Tirk di ajankirina hin kesan de bi ser dikeve. Ew jî agahiyan didin MÎT`ê û bi vê rengî hêzên me tên hedefgirtin. Ev êriş encama têkiliyên PDK`ê bi Tirkiyê re ne. Heke îstixbarata PDK`ê bi MÎT`ê re hevkarî nekiriba, ne gengaz bû ev êriş pêk hatibana.”

BIKARNAÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK`ê Cemîl Bayik piştrast kir ku dema dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîla bêçare dimîne, çekên kîmyewî û gazên jehrî bi kar tîne û da zanîn ku bi dehan gerîla bi van çekan şehîd bûne.

Bayik wiha dewam kir: “Bi vê rengî, artêşa Tirk hewl dide berxwedanê bişikîne û temenê hikumeta AKP-MHP`ê  dirêj bike.”

Cemîl Bayik teqez kir ku Erdogan bi xwe fermana bikaranîna hemû cureyên çekan li dijî hêzên gerîla daye û got: “Artêşa Tirk a dagirker van çekan bi kar tîne, ji ber ku bawer e ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Ewropa tu helwestê nîşan nadin, ku herdu alî hîna jî PKK`ê di lîsteya terorê de hiştine.”

Cemîl Bayik diyar kir ku şerê qirkirina komî yê dewleta Tirk li dijî Kurdan dimeşîne şerekî qirêj û derûnî ye, ev şer niha gurtir dibe û wiha domand: “Dixwaze civakê parçe bike û bi rêya madeyên hişbirê, fihûşê û ajankirinê dixwaze vîna wê bişikîne. Li aliyekî din, daxuyaniyên ku dibêjin 'me ji wan ewqas kuştin û ewqas ji wan man' hîn jî didomin. Berê em bi hezaran şervan di nava çiyayên Kurdistanê de tevdigeriyan, lê ji ber ku êriş bi rêya balafirên keşfê pêk tên, me jî taktîka xwe ya şer guhert. Niha em wek yekîneyên biçûk tevdigerin.”

Bayik ev yek diyar kir: “Şerê me ne tenê şerekî leşkerî ye. Em nabêjin ku rêveberiya siyasî ya Tirkiyê dê tenê bi têkoşîna çekdarî têk biçe. Lê belê bandoreke hevbeş a têkoşîna siyasî, civakî, leşkerî, çandî û dîplomatîk heye. Wê siyaseta qirkirina komî ya li dijî Kurdan a dewleta Tirk dimeşîne were rûxandin. Wê Kurdistana azad, Tirkiyeya demokratîk anku Rojhilata Navîn a Demokratîk pêk were.”

'TÊKILIYÊN ME BI SÛRIYÊ RE XWEDÎ BINGEHEKE DÎROKÎ NE'

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK`ê Cemîl Bayik axaftina xwe ya bi rojnameyê re derbarê têkiliyên PKK`ê li gel Sûriyê de got: “Têkiliyên PKK`ê bi Sûriyê re xwedî bingeheke dîrokî ne. Têkiliyên me bi gelê Filistînê û gelê Ereb re hene. Em nikarin wê yekê ji bîr bikin. Têkiliyên me bi Hafiz El-Esed û malbata wî re xurt bûn. Em nikarin li dijî Sûriyê û El-Esed bin. Berê jî me têkilî li ser bingeha berjewendiya giştî ya kurdî û biratiya Kurd û Ereban ava kiribûn. Niha em dîsa dixwazin bibin aliyekî wan têkiliyan. Ruxmî helwesta sar û neyînî ya rêveberiya Beşar El-Esed ya li hemberî me ji ber bûyerên li Rojava rû dane jî, lê me nêzîkatiyeke wisa nîşan neda. Me hewl da wan fêm bikin. Em dixwazin ew jî me fêm bikin. Me têkiliyên xwe bi Şamê qet qut nekirin. Eger ew wan têkiliyan qut nekin, em ti carî qut nakin. Me her tim nirx didin dostaniya rêber Abdullah Ocalan û malbata El-Esad. Şam nikare derbarê me de tiştekî neyînî bibêje û eger bike jî dê nirxandineke neheq û ne objektîv be."

'LIHEVKIRINA RÊVEBERIYA XWESER Û HIKUMETA ŞAMÊ ÇARESERIYA HERÎ RAST E'

Cemîl Bayik destnîşan kir ku ew dixwazin Rêveberiya Xweser pirsgirêkên xwe bi Şamê re çareser bike û got: “Ji ber ku lihevkirina di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de çareseriya herî rast e.”

Cemîl Bayîk da zanîn ku Sûriyê wekî beriya sala 2011`an venagere û wan jî ev yek erê kir û wiha dewam kir:"Li gorî dibêjin ew bi sîstema nenavendî difikirin. Her wiha gotin wê fêrkirina bi zimanê kurdî jî hebê. Eger niyeteke baş û nermbûnek hebê, wê Şam  û Rêveberiya Xweser li ser çareseriyê lihev bikin. Ev yek jî wê ji bo Kurdan sûd be."

Bayîk bibîr xist ku Tirkiylê naxwaze çareserî di navbera Şam û Kurdan de çêbibe, ji ber ku ditirse ev çareserî rejîma qirkirina komî li Tirkiyê bihejîne, lewra êrişî herêmên ku Kurd lê dimînin kir.

Bayîk wiha dewam kir:"Hin caran em dibîhîsin ku Şam û Rêveberiya Xweser danûstandinan dikin û em piştgirî didin van danûstandinan. Bi Kurdan re wê Sûriyê bi hêztir bibe. Kurd jî wê mafên xwe yên sereke li Sûriyê bi dest bixin û pirsgirêkên xwe çareser bikin û bibin hêzeke sereke li Sûriyê. Rejîma Sûriyê jî dizane eger Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê biketa destê DAIŞ û çeteyan, wê Heleb û Şam jî bikevin. Têkoşîna Kurdan, Ereb û Aşûriyan ji bo parastina Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji DAIŞ, hîşt ku Şam jî liberxwe bide. Wekî tê zanîn ku Kurdên li Helebê jî bi berxwedana xwe Heleb parastin."

'PDK`Ê LI DIJÎ ME KAR DIKE'

Bayîk piştrast kir ku DYA`yê bi avakirina baregeheke leşkerî li herêmên di bin serweriya PDK`ê de dibe ku bandoreke xwe ya neyînî hebê û wiha domand:"Ji ber ku PDK`ê bi rêya dorpêça gelek herêmên gerîla, beşdarî êrîşên Tirkiyê bûye û li pêşberî gerîla astengiyan çêdike. DYA`yê û artêşa Tirk hêzeke NATO`ye. Ji ber vê yekê jî PDK`ê hebûna baregeha leşkerî ya Amerîkayê li herêmên xwe, wekî zextekê li ser PKK`ê bikar tîne. Em baş dizanin ku PDK`ê têkiliyên xwe yên navneteweyî, li dijî me bikar tîne."

Hevserokê KCK`ê Cemîl Bayîk di dawiyê de got:"Di 6 mehên dawî de, berxwedana me ya dîrokî hebûna me isbat kir. Di Sibatê de, artêşa Tirk li Garê têk çû. Erdogan bi xwe de lixwe mukir hat ku ew têk çûn."

(ekîb)