Şêniyên Kobanê: Em ê li ber xwe bidin û xayinan ji nava xwe derxin

Şêniyên kantona Kobanê êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kirin û teqezî li ser berdewama têkoşînê û derxistina xayinan ji nava xwe kir.

Şêniyên Kobanê: Em ê li ber xwe bidin û xayinan ji nava xwe derxin
Şêniyên Kobanê: Em ê li ber xwe bidin û xayinan ji nava xwe derxin
Şêniyên Kobanê: Em ê li ber xwe bidin û xayinan ji nava xwe derxin
26 cotmeh, 2021   10:48
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandanê ji Qada Jina Azad dest pê kir û ber bi Qada Şehîd Egîd ve çû. Di meşê de dirûşmên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û li dijî xiyanetê hatin berzkirin.

Meş li Qada Şehîd Egîd veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Ayşe Efendî got: "Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin ku di oxira azadiyê de canê xwe feda kir. Roj bi roj hejmara şehîdên me zêde dibin. Em serî li ber berdêlên şehîdan ditewînin. Em gelê Kobanê xwediyê Şoreşa 19`ê Tîrmehê ne û yekemîn xaka ku rêber Abdullah Ocalan li Rojava li ser meşiyaye ev e. Bi hezeran şehîdên me hene. Em derfetê nadin dagirkeran ku îradeya me ya xurt bişikînin."

Her wiha Ayşe Efendî got cihê xayinan li ser xaka Kobanê tune ye û ne ji mafê tu kesî ye ku xiyanetê bi xwîna şehîdan bike. Ayşe Efendî piştrast kir ku divê hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêveberiya xwe re bin, divê her kes cihê xwe di nava hêzên parastina civakî de û Erka Xweparastinê de bigire û xaka xwe biparêze.

Ayşe Efendî bal kişand ser xayinên ku dixwazin parçebûnê di nava gelê herêmê de çêkin û ev tişt anî ziman: "Kesê ku xiyanetê li gelê xwe dike divê bizane ku çarenûsa wî tunekirin e.”

Ayşe Efendî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em xwe naspêrin dewletên ku hevkariya dewleta Tirk dikin da ku komkujiyan li ser gelê me pêk bîne. Em ê li qadan bin û tê bikoşin heta ku em serkefinê misoger bikin û em xwe dispêrin hêza gelê xwe."

(bx)

ANHA