Parêzeran xwest biçin Îmraliyê

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku miwekîlê xwe bibînin serlêdan kirin.

Parêzeran xwest biçin Îmraliyê
26 cotmeh, 2021   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku miwekilê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûrtiya Girtîgeha Imraliyê dan.

Ji bo girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Veysî Ateş jî eynî serlêdan hate kirin.

Serlêdan ji hêla parêzer Raziya Ozturk, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Cengiz Yureklî ve hate kirin.