Hêzên hikumeta Şamê gelek bajarokên gundewarê Idlibê topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê îro gelek bajarokên gundewarê başûrê Idlibê topbaran kirin. Lê tu agahî derbarê windahiyan de bi dest neketin.

Hêzên hikumeta Şamê gelek bajarokên gundewarê Idlibê topbaran kirin
26 cotmeh, 2021   08:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê hedefgirtina herêma "Bêçek" didomîne. Di vê çarçoveyê de, hêzên hikumeta Şamê Fitîra, Filêfil, Sifohin û Bînîn ên gundewarê başûrê Idlibê topbaran kirin. Lê tu agahiyê derbarê windahiyan de nehatin bidestxistin.

SOHR`ê destnîşan kir ku hêzên hikumeta Şamê ji baregehên xwe yên li rojavayê Helebê derdora dadgeheke berê ya çeteyên DAIŞ`ê û avahiya polîsan a bajarê Danayê yê li ser sînorên Lîwa Skendor a li gundewarê bakurê Idlibê topbaran kirin.

Di encamê de gelek kes birîndar bûn lê nehat zanîn bê ka leşker in lê sivîl in.

(şx)