Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 150 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 13 nexweşên Koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 150 kesên din bi Koronayê ketin
25 cotmeh, 2021   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Kesên jiyana xwe ji dest daye 3 mêr û jinek ji Hesekê, 2 mêr ji Qamişlo, 2 jin ji Tebqa, mêrek û 2 jin ji Dêrazorê û 2 mêr ji Minbicê ne.

Desteyê piştrast kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 150 kesên din bi vîrusê ketine ji wan 88 mêr û 62 jinin.

(bx)