​​​​​​​Tevgera Hîlala Zêrîn: Dewleta Tirk dixwaze tola binkeftina DAIŞ`ê hilîne

Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku dewleta Tirk dagirker li dijî hebûna gelê Kurd e, ji ber vê yekê êrişên xwe li dijî Kurdan nasekinîne û bi van êrişan dixwaze tola binkeftina DAIŞ`ê hilîne.

​​​​​​​Tevgera Hîlala Zêrîn: Dewleta Tirk dixwaze tola binkeftina DAIŞ`ê hilîne
25 cotmeh, 2021   12:30
QAMIŞLO

Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de daxuyaniyeke nivîskî da.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

“Em di pêvajoya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ne, navenda vî şerî erdnîgariya Kurdistanê ye. Dewleta Tirk bi piştgiriya navdewletî û hevkariya hêzên herêmî her roj êrişên derveyî mirovahiyê li ser gelê Kurd dimeşîne. Dewleta Tirk bi hişmendiya dagirker tev digere, ji aliyekî ve li çiyayê welat bi rêbazên hovane li dijî parêzvanên gelê Kurd çekên kimyewî bi kar tîne, ji aliyekî din ve jî li dijî gel girtin, îşkence kirin û qetlîamên bêsînor pêk tîne. Dewleta Tirk ne tenê bi êrişên fîzîkî, her wiha bi sepandina pişaftinê qirkirina çandî jî li ser civaka Kurd ferz dike.

Em dizanin ev êriş bingeha xwe ji hişmendiya dewleta Tirk digirin ku hebûna xwe bi tunebûna gelê Kurd dibîne û bi tu awayî hebûna gelê kurd napejirîne. Her roj êrişên ku li Bakur, Başûr û Rojavayê welat pêk tine, nîşaneya rêyekê ne.

Herî dawî êrişa hewayî ya ku li Kobanê çêbû, encama vê hişmendiya qirker e. Dijminê gelê Kurd binkeftina DAIŞ`ê li Kobanê hezm nekir û niha bi van kiriyaran dixwazin tola DAIŞ`ê ku bi wan ve girêdayî ye, hilînin.

Em wek Hîlala Zêrîn em ê li dijî van êrişan bisekinin, bi çanda xwe û bi hêza xwe ya cewherî li ber xwe bidin û xwe biparêzin.”

(sb)

ANHA