Li Hesekê ji bo zarokên DAIŞ`iyan Navenda Helat hat vekirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo zarokên DAIŞ`iyan navendek bi navê Navenda Helat vekir.

25 cotmeh, 2021   12:23
HESEKÊ

Li ser pêşniyara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Navenda Helat a Zarokan li Hesekê bi awayekî fermî ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hat vekirin.

Li gorî rayedaran, navend bi armanca ji nû ve perwerdekirina zarokan, xurtkirina baweriya bi xwe bi taybet piştî jiyana ku di nava şer de domandine, hat vekirin.

Tevî YPJ û fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), şandeyeke hêzên Koalîsyona Navneteweyî di merasîma vekirinê de amade bûn.

Di merasîma vekirinê de rêveberiya Navenda Helat a Zarokan daxuyaniyek da. Endama rêveber a navendê Perwîn El-Elî daxuyanî xwend û destnîşan kir ku navend dê herî zêde bi zarokên DAIŞ`iyan ên ku ji şer zirar dîtine, eleqedar be, ku jinên DAIŞ`î ew li ser fikirên tundraw mezin kirine û ji bo ku bibin çete, perwerde kirine.

/ar/uploads/files/2021/10/25/112728_brwyn-alaly-copy.webp

Perwîn El-Elî wiha domand: “Li gorî însiyatîfa YPJ`ê û bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî em îro navendê vedikin. Em armanc dikin ku nifşekî saxlem û ji fikirên tundraw û tundiyê dûr, ava bikin.”

Her wiha Perwîn El-Elî piştrast kir ku kesên pispor ên xwedî tecrube bi zarokan re dê mijûl bibin ku di nav de 55 zarokên biyanî yên DAIŞ`iyan hene.

Perwîn El-Elî bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku destekê bidin vê projeyê û daxuyand ku li navendê zarokên ji 2 salî heta 12 saliyê li gorî bernameyeke diyar ji aliyê rêveberiya navendê ve têne perwerdekirin.

Li herêmê piştî Navenda Hûrî, Navenda Hilat a ji bo zarokên DAIŞ`iyan, a duyemîn e.

(şx)

ANHA