Balafirên keşfê yên dagirkeriya Tirk li ser Kobanê digerin

Di van kêliyan de li asîmanê bajarê Kobanê û li ser sînorê bi Bakurê Kurdistanê re tevgera balafirên keşfê heye.

Balafirên keşfê yên dagirkeriya Tirk li ser Kobanê digerin
25 cotmeh, 2021   12:10
KOBANÊ

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker di van kêliyan de li ser bajarê Kobanê û sînorê bi Bakurê Kurdistanê re digerin.

Di 23`ê Cotmehê de balafireke bêmirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Kobanê-Helebê erebeyek hedef girtibû. Li gorî daxuyaniya QSD`ê, di êrişê de 3 şervanên wan ên ji bo dermankirinê çûbûn Kobanê di vegerê de hatine bombebarankirin û gihaştine asta şehadete.

(cx)

ANHA