Şêniyên Helebê: Ji bo têkbirina dagirkeriyê berxwedana me dê bidome

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi meşekê bang li civata navneteweyî kir ku qedexeya firîna balafirên şer li herêm li pêşiya balafirên dewleta Tirk ferz bike.

Şêniyên Helebê: Ji bo têkbirina dagirkeriyê berxwedana me dê bidome
Şêniyên Helebê: Ji bo têkbirina dagirkeriyê berxwedana me dê bidome
Şêniyên Helebê: Ji bo têkbirina dagirkeriyê berxwedana me dê bidome
Şêniyên Helebê: Ji bo têkbirina dagirkeriyê berxwedana me dê bidome
25 cotmeh, 2021   11:38
 HELEB

Bi dehan endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li meşê bûn ku bi dirûşma "Bi giyana şehîd Bêrîtan em ê êrişên dagirkeriya Tirk têk bibin" li dar ket.

Meş ji pêşiya hola civînan a meclisa taxa Şêxmeqsûd dest pê kir û meşvanan wêneyên rêber Abdullah Ocalan, şehîdan û pankartên li dijî êrişên dagirkeriyê hildan.

Meş li pêşiya navenda Meclisa Şehîd Gelhat a li beşa rojhilatê taxê bi dawî bû. Paşê endama Kongreya Star Sultana Mihemed axivî û êrişên dewleta Tirk û hedefgirtina sivîlan li herêmên Bakur û Rojhilat Sûriyê, bi taybet li Kobanê û Til Rifetê, şemezar kirin.

Sultana Mihemed got: “Berxwedana gelê şoreşger dê li hemberî êrişên dagirkeriyê neşikê. Ev berxwedan ta bidawîkirina hebûna dagirkeriyê li xaka Sûriyê berdewam bike. Em ê bi giyanê şehîd Bêrîtan li ber xwe bidin û hemû êriş û planên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê têk bibin.”

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Remziye Salih jî di çalakiyê de axivî û got: “Dewleta Tirk di çarçoveya hewldanên derxistina şer li herêmê de, sivîlan dike hedef. Dema ku sûrî banga îstiqrarê dikin, dewleta Tirk a dagirker lihevkirin û peymanan binpê dike.”

Remziye Salih wiha domand: “Dîrok şahid e, me xwe parast û êrişî tu kesî nekiriye. Lê belê me hebûna xwe li ser axa xwe ya dîrokî parast. Em bi jiyana hevbeş û biratiya gelan bawer dikin ku zirar negihandiye tu kesî.”

Remziye Salih û Sultana Mihemed di axaftinên xwe de bang li gelên herêmê kir ku di vê pêvajoya dîrokî de têkoşînê mezin bikin da ku xewna şehîdan a jiyaneke azad û birûmet pêk were.

(şx)

ANHA