El-Burhan li Sûdanê rewşa awarte ragihand

Li Sûdanê, general Ebdulfetah El-Burhan bi civîneke çapemeniyê ragihand ku hikumeta demkî hatiye betalkirin û rewşa awarte îlan kir.

El-Burhan li Sûdanê rewşa awarte ragihand
25 cotmeh, 2021   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN 

Artêşa Sûdanê serê sibehê tevî serokwezîr Ebdullah Hamdok gelek rêveberên hikumeta demkî ya sivîl girtin.

Li ser vê yekê gelek kes daketin kolanên paytext Xartûmê û çalakiya protestoyî li dar xist.

Di dema çalakiya protestoyî de ya li ber biryargeha artêşê, leşkeran gule berdan çalakgeran.

General Ebdulfetah El-Burhan ragihand ku Konseya Demkî û hikumet hatiye betalkirin. General diyar kir ku li tevahiya welêt `Rewşa Awarte` hatiye ragihandin û wê "bi kesên erkdar re hikumetek" bê avakirin.

Yekitiya Afrîkayê xwest ku di navbera leşkeran û sivîlan de tavilê "jinûve" hevdîtin dest pê bikin.

Nûnerê Yekitiya Ewropayê yê ji polîtîkaya derve berpirsyar e Josep Borrell bang li civata navneteweyî kir ku li Sûdanê pêvajoya demkî jinûve bixe ser rê. Borrell ji hêzên leşkerî jî xwest ku kesên girtine tavilê berde.

Komîteya Bijîşkan a Sûdanê jî ragihand ku li pêşiya avahiya fermandariya artêşê 12 sivîl bi fîşekan birîndar bûne.

Xwepêşendêr ji bo şermezarkirina girtinan, daketin kolanên Xartûmê û dest bi çalakiyan kir. Her wiha gelek rê girtin.

(şx)