​​​​​​​Li Derayê “çareserkirina rewşa çekdaran” temam bû

Ajansa SANA ya girêdayî hikumeta Şamê ragihand ku xebatên qaşo çareserkirinê li gundewarên Derayê bi dawî bûn.

​​​​​​​Li Derayê “çareserkirina rewşa çekdaran” temam bû
25 cotmeh, 2021   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA diyar kir ku xebatên lihevkirinên têkildarî rewşa çekdaran û kesên tên xwestin li tevahî herêmên gundewarên Derayê li gorî peymana ku hikumetê pêşniyar kiriye, temam bû.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) jî ragihand ku lihevkirinên li bajar, bajarok û gundewarên bakur û rojhilatê Derayê û bi taybet li Şêx Miskîn, Ezrea, Bisir Herîr, Mehce û gundên herêma El-Lecat berdewam in. Her wiha li gel lihevkirinan, çekên şexsî tên radestkirin û piştre li malam lêgerîn çêdibin.

Tevî ku Şamê behsa temamkirina xebatên “çareserkirina rewşa çekdaran” li Derayê dike, lê mayinek bi erebeyeke hêzên Rûsyayê de teqiya. SOHR`ê ragihand ku mayinek bi erebeyeke hêzên Rûsyayê ve li ser rêya navneteweyî ya Şam-Omanê teqiyaye. Di encamê de hin endamên hêzên Rûsyayê birîndar bûn.

(dm)