SOHR: Îsraîlê hêzên hikumeta Şamê û alîgirên wê yên li Qûnayterayê kirin hedef

SOHR'ê ragihand ku balafirên Îsraîlê bi du moşekan hêzên hikumeta Şamê û alîgirên wê yên li aliyên bajarê Baas û gundê El-Krum kirin hedef.

SOHR: Îsraîlê hêzên hikumeta Şamê û alîgirên wê yên li Qûnayterayê kirin hedef
25 cotmeh, 2021   07:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR), balafirên Îsraîlê berbanga îro hêzên hikumeta Şamê û alîgirên wê yên li aliyên bajarê Baas û gundê El-Kirum a Qûnayterayê, kirin hedef. Di encamê de zirarên madî çêbûn û derbarê zirarên canî de tu agahî tune ne.

Balkêş e ku piştî danûstandinên di navbera Rûsya - Îsraîlî de yên têkildarî êrişên Îsraîlê yên li dijî Sûriyê, Îsraîlê careke din êrişî Sûriyê kir.

 (dm)