Bertekên li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Kurdan didomin

Şêniyên Hesekê destnîşan kir ku bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên artêşa Tirk û bikaranîan çekên kîmyewî li dijî Herêmên Parastinê yê Medyayê nîşaneya piştgiriya ji van êrişan re ye.

Bertekên li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Kurdan didomin
25 cotmeh, 2021   07:03
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Artêşa Tirk a dagirker piştî ku di 14`ê Sibata derbasbûyî de li Garê têkçû, ji 23`yê Nîsana derbasbûyî ve êrişên dagirkirinê li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Başûrê Kurdistanê pêk tîne. Di van êrişan çekên kîmyewî yê di qada navneteweyî de qedexe ne bi kar tîne.

Li hemberî van êrişan bertekên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike.

Ebdurezaq Mihemed anî ziman ku armanca dagirkeriya Tirk ji êrişên domdar ên li dijî Herêmên Parastinê yê Medyayê tunekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê û hêza ku siyaseta wê eşkere dike ye.

Ebdurezaq Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji beriya 40 salan ve bi êrişên xwe yê bejahî û hawayî ku tevahiya cûreyên çekên giran û yên qedexkirî bi kar tîne, nekarî Tevgera Azadiya Kurdistanê bike û got: "Mixabin em dibînin ku dewletên zilhêz ên ku îdiaya azadî û demokratiyê dikin, wan çekan pêşkêşî artêşa Tirk dikin da ku şerê Kurd û şervanên wan bike."

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sedema bikaranîan çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve dispêrin bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê, hikumeta Bexda û cîhanê.

Ebdurezaq Mihemed ev nirxandin kir: "Bêdengiya dewletên ku îdiaya parastina mafên gelan dike, îsbat dike ku piştgiriyê didin êrişên dagirkeriya Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Herêmên Parastinê yê Medyayê. Ev bêdengî di heman demê de îsbat dike diruşmeyên ku didin ji rastiya wan dûr e."

Mihemed ev pirs kir: "Gelo ka demokratiya van dewlet û rêxistinan û ka têkoşîna li dijî bikaranîna çekên di qada navneteweyî qedexe ye?"

Ebdurezaq Mihemed destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker têkbirina fikirê demokratîk ê ku xizmeta hemû gelê herêmê dike û wiha domand: "Her wiha vîna gelê li ser cografiya Kurdistanê dijîn têk bibe, dîroka herêmê tune bike û hegemoniya xwe lê ferz bike, mînaka vê yekê jî dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

Welatiyê bi navê Alan Bêkes pirsa bêdengiya civata navneteweyî li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî li Herêmên Parastinê yê Medyayê kir.

Alan Bêkes diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li dijî Herêmên Parastinê yê Medyayê nexasim ku van çekan bi kar tîne, têkbirina mirovahiyê û xwezaya wan herêman e, di heman demê de berdewamkirina desthilata xwe û çewisandina mafên gelê aştîxwaz ê ku banga azadiyê dike.

Alan Bêkes bang li civata navneteweyî kir ku li hemberî êrişên artêşa Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yê Medyayê û planên wê yê qetilkirin û wêrankirinê helwestekê nîşan bide. Di dawiyê de Alan Bêkes da zanîn ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê li hemberî van sûcan bê deng nemîne.

Welatiya bi navê Şêrîn Şêx Dawûd jî axivî û êrişên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got: "Ne ji piştgriya dewletên kapîtanîst û netewperest bûye, dewleta Tirk cesaret nedikir ku çekên qedexekirî bi kar bîne. Ev dewlet destekê didin Tirkiyê da ku êrişan pêk bîne."

Şêrîn Şêx Dawûd di dawiyê de bang li gelê herêmê kir ku çalakiyên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yê Medyayê li dar bixin, her wiha bang li aliyên kurdî yê li herêmên cuda kir ku li hemberî van êrişan yekitiya xwe ava bikin.

(eh)

ANHA