Li Sûdanê endamên hikumeta demkî ji aliyê çekdarên nenas ve hatin girtin

Hate ragihandin ku li Sûdanê vê sibehê çekdarên nenas rêveberên hikumeta demkî girtin.

Li Sûdanê endamên hikumeta demkî ji aliyê çekdarên nenas ve hatin girtin
25 cotmeh, 2021   07:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta ragihandinê li ser facebookê daxuyaniyek da û diyar kir ku Konseya Serwer a ku pêvajoya demkî bi rê ve dibir û gelek wezîr hatine girtin û kes nizane ev kes birine ku derê.

Li welat înternet jî hat qutkirin, li hemberî girtinê, gel li kolanan dest bi çalakiyên protestoyî dike.