Rojnameyên Erebî: Di lihevkirinên Rûsya û Îsraîl ên têkildarî Sûriyê de guhertin çêbûn

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de behsa lihevkirinên Rûsya-Îsraîl derbarê Sûriyê de, aloziya Lubnanê û tevgerên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan kir.

Rojnameyên Erebî: Di lihevkirinên Rûsya û Îsraîl ên têkildarî Sûriyê de guhertin çêbûn
25 cotmeh, 2021   06:53
NAVENDA NÛÇEYAN

DI LIHEVKIRINÊN RÛSYA-ÎSRAÎLÊ DE HIN GUHERTIN PÊK HATIN

Rojnameya Şerq El-Ewsat derbarê mijarê de wiha nivîsî: “Duh serokwezîrê Îsraîlê Naftali Benet eşkere kir ku ew û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di hevdîtina dawîn a li Soçî de gihaştine 'lihevkirinên baş û bi îstiqrar', lê belê lihevkirina têkildarî koordîneya derbarê Îranê li Sûriyê de, hatiye guhertin.

Benet piştî ku gihaşt Til Evîvê wiha got: “Pûtîn li pêwîstiyên ewlehiyê yên Îsraîlê guhdarî kir. Hevdîtina bi serok Pûtîn re pir baş bû, me rewşa Sûriyê gotûbêj kir. Tê zanîn ku Rûs li ser sînorên me yên bakur in. Girîng e ku em rewşên aloz û bi girêk bi rêve bibin.”

Çavkaniyên siyasî yên Îsraîlê bi bîr xist ku lihevkirinên nû yên ku Benet û Pûtîn gihaştinê, li ser çareserkirina nakokiya têkildarî êrişên hewayî yên Îsraîlê li dijî nuqteyên “Pasdarên Îranê” û mîlîsên wê ye. Tê gotin ku Benet soz daye Pûtîn ku beriya êrişên, dê detayên berfireh bide Rûsya.

Benet her wiha soz da ku êriş ne li dijî binesaziyê û saziyên rejîma Sûriyê bin. Herdu aliyan li ser dûrxistina mîlîsên “Hizbullah” a Lubnanê û mîlîsên din ên girêdayî Îranê ji sînorên Îsraîlê, li hev kir.”

GELO NAKOKIYÊN LI LUBNANÊ DÊ HILBJIARTINAN ASTENG BIKIN?

Rojnameya El-Beyan jî behsa aloziya Lubnanê kir û wiha nivîsî: “Aloziya hikumetê li Lubnanê ya ji ber aloziya lêpirsînên teqîna bendera Beyrûtê û îsrara wezîrên tevgera Emel û Hizbullah ên xistina dadmend Tariq Beytar ji peywirê, hîna berdewam e. Ev geşedan êdî gumanan li ser çarenûsa hilbijartinên parlamantoyê çêdikin, ku t ê payîn di 27`ê Adara bê de werin lidarxistin.

Ji hilbjiartinên parlamantoyê yên Lubnanê re 6 meh mane. Ji bilî derfetên pêkanîna guhertineke mezin di aliyê hêzên siyasî de ku dê nûnertiya gelê Lubnanê bikin, her wiha ji bilî derfetên wan hêz û hikumeta ku dê ji parlamantoya nû û di encama hilbijartinan de were avakirin, li ser nepêkanîn anjî taloqkirina hilbijartinan guman hene.”

ERDOGAN JI BO GEL BIKIŞÎNE ALIYÊ XWE, ALOZIYAN DERDIXE

Têkildarî tevgerên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, rojnameya El-Ereb wiha got: “Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan têkiliyên xwe bi welatên rojavayî re xirabtir dike. Bi wê yekê hewl dide helwesta xwe ya hundirîn bi rêya rageşiya bi welatên rojavayî re, xurt bike da ku gel bi aliyê xwe ve bikişîne û derfetên serkeftina di hilbijartinan de zêde bike, ku êdî bi têkçûna aboriya Tirkiyê re bûne cihê gumanan.

AKP`ê bi serkêşiya Erdogan ê ku piştgiriya gel bi rêjeyeke mezin weinda kiriye li beramberî hilbijartinên parlamantoyê û serokatiyê ye. Li gel wê yekê aloziyên siyasî û aborî jî dewam dikin û Tirkiyê beşdarî şerên derve dibe, ku wê yekê hişt baweriya bi hikumetê heta asteke mezin kêm bibe.

Erdogan siyaseta derxistina aloziya li ser gelek eniyan dimeşîne. Ji aliyekî ve balyozên bi dehan dewletan û di nav de Almanya û Amerîkayê diqewitîne, ji aliyekî din ve jî gefan dixwe heke ku welatê wî balafirên şer ên Amerîkayê nestîne, dê sîstema parastina hewayî ya Rûsya S-400 bikire. Bi wê yekê hişyariyên NATO`yê ya li dijî kirîna moşekên Rûsya, paşguh dike.

Çavkaniyên rojavayî dibînin ku helwestên dawîn ên Erdogan “skandala dîplomatîk e û hewldana dîktatorekî ya mayîna li desthilatê ye”. Her wiha diyar dikin ku dayîna van biryaran êdî parçeyekî şêwazê Erdogan ê hikumê ye.”

(cx)