​​​​​​​Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li Werxelê weşandin

Gerîla TV dîmenê çalakiya 2`ê Cotmehê li qada berxwedanê ya Werxelê hatî kirin û di encamê de 2 dagirker hatine cezakirin, weşand.

​​​​​​​Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li Werxelê weşandin
25 cotmeh, 2021   06:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) têkildarî çalakiyê ev agahî da bû.

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

2'ê Cotmehê saet di 10:30'î de li herêma Avaşînê, li dijî dagirkerên ku xwestin êrişî Qada Berxwedanê ya Werxelê bikin, hêzên me çalakî kirin.

Di encama vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Ev çalakiya serketî ji bo silavkirina Berxwedêrên Werxelê hate kirin ku bi îradeyeke mezin li dijî dagirkeran şer dikin."