Dewleta Tirk li Efrînê jîngeh û mirovan qir dike

Piştî artêşa Tirk kantona Efrînê dagir kir, çeteyan bi hezaran dar birîn û şewitandin. Her wiha li herêmê berhemdariya zeytûnan pir kêm bûye.

Dewleta Tirk li Efrînê jîngeh û mirovan qir dike
25 cotmeh, 2021   06:47
HELEB

Ji bo şêniyên Efrînê zeytûn wekî jêdereke sereke ya debarê ne û li Sûriyê berhemdariya wê ji sedî 30 e.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê-Sûriyê, di sala 2018`an de hejmara darên zeytûnan 18 milyon bû û zeyta wan derdora 50 hezar ton bû, lê ji ber siyaseta dewleta Tirk a dagirker ku jîngeh û mirovahiyê dike hedef, berhemdarî pir kêm bû. Çeteyên artêşa Tirk derdora 400 hezar dar şewitandin û zêdetirî 17 hezar dar jî birîn, her wiha 20 hezar dar ji kokê ve rakirin.

Çeteyan li xwedanên zeviyan ferz kir ku erdên xwe li gorî buhayê ku çeteyan diyar kiriye bifiroşin û her wiha fidyeyên giran li wan ferz kirin, ji ber van sedeman cotkaran nema girîngî da darên xwe.

Yek ji koçberên Efrînê ku li Helebê dimîne Seîd Hebeş got: "Çete xwediyên zeytûnan ên koçber û yên ku hîn li Efrînê ne, şantaj dike û daran qut dikin û wan bi nirxekî ne zêdetirî 50 hezarî difiroşin. Lê di rastiyê de nirxê wan zêdetirî milyonekî ye."

Welatiya bi navê Narîn Hemdo astengiyên ku çete ji xwediyên zeytûnan re çêdikin destnîşan kirin û da zanîn ku êdî efrînî ji dîtina zeyta zeytûnan li ser sifreya xwe, bê par in.

Ji sûcên mezin ên ku artêşa Tirk li dijî şêniyên Efrînê pêk anîne, vekirina dergeha li gundê Hemam ê sînorî yê  li navçeya Cindirêsê ye. Hêzên dagirker zeyta zeytûnan didizin û derbasî Tirkiyê dikin û hevoka "berhema tirkî" li ser tenekeya zeytê dinivîsin û difiroşin bazarên cîhanê.

Rojnameya Daily Telegraph a Brîtanyayê ji ser zimanê endamekî parlamentoya Sûriyê ragihand ku dewleta Tirk zeyta zeytûnan ji Efrînê diziye û bi îdiaya li Tirkiyê hatiye çêkirin, li bazaran Ewropa difiroşe.

Têkildarî mijarê hevserokê Yekitiya Parêzeran a Helebê parêzer Mihemed Emîn îşaret bi hikmê talankirin û diziyê kir ku binpêkirineke hiqûqî ye û wiha dewam kir: "Pêkanîna kiryarên talankirin û diziyê, ji aliyê qanûnên sûrî û sîstemên navneteweyî ve tê hesabkirin."

Parêzer Mihemed Emîn destnîşan kir ku kiryarên wiha yên li dijî mal û milkên welatiyan di hemû pîvanên navneteweyî de nayê qebûlkirin û wiha dewam kir: "Bi taybet ger ji aliyê dewletên derve ve bê destekdayîn, ji ber ku zirarê digihîne mal û milkên giştî û taybet, her wiha bandorê li qada aborî û çandiniyê ya welatan dike."

Di dawiyê de parêzer bang li rêxistinên navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û dawî li sûcên dewleta Tirk bînin, ji ber ku zirarê digihîne xêr û bêra Sûriyê û herêma Efrînê.

(eh)

ANHA