Çeteyan li navçeya Raco ya Efrînê oldarek revand

Çeteyên “El-Muntesir Billah” ên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî oldarekî j gundê Qûpê yê navçeya Raco revand.

Çeteyan li navçeya Raco ya Efrînê oldarek revand
25 cotmeh, 2021   06:45
 ŞEHBA

Li gorî çavkaniyekî ji kantona Efrînê ya dagirkirî, çeteyên “El-Muntesir Billah” oldar û melayê mizgeftê yê berê li Gerînendeya Kar û Barên Olî ya Efrînê kar dikir, revand.

Li gorî çavkanî, Şêx Mihemed Mihemed (44) kurê Şêx Reşîd yê bi navê “Xoce Elkê” tê nasîn, ji aliyê çeteyan ve hatî revandin û birine cihekî nediyar.

(cx)

ANHA