Pêkhateyên Til Temirê: Em amade çekê rakin û herêmê biparêzin

Şêniyên navçeya Til Temir diyar kir ku armanca dewletaTirk ji gefxwarinan ew e ku herêmê ji niştecihên wê vala bikin û got, li hemberî êrişên muhtemel ew amade ne çek rakin û parastinê herêmê bikin.

Pêkhateyên Til Temirê: Em amade çekê rakin û herêmê biparêzin
25 cotmeh, 2021   00:49
HESEKÊ – DIYAR EHMED

Dewleta Tirk a dagirker li ser zimanê serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, wezîrê parstinê û yê derve gefên êrişeke nû li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwin.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, gefên dewleta Tirk berdewamiya gef û êrişên li ser herêmê ye ku nehatine rawestandin, her wiha hewldaneke ku gelê sûrî yên li ser xaka xwe mane, koçber bike.

Welatiyê bi navê Idrîs Yûnis ku ji navçeya Til Temirê ye got, armanca dewleta Tirk ew e ku komkujiyên din li dijî gelê Sûriyê bêyî cûdahî pêk bîne, rûbera dagirkeriya xwe berfireh bike û wiha domand: "Ev ne tiştekî nû ye. Dîroka dewleta Tirk tijî komkujî ye û her kes vê yekê dizane. Dewleta Tirk û çeteyên wê hewl didin bi hemû rêbazan herêmên me bikin herêmên tirkî."

Welatiya bi navê Ibtîsam Îsa jî diyar kir ku armanc ji gefên dewleta Tirk li ser herêmê ku gelê wê bi pêkhateyên wê yên cûda koçber bike da ku dagirkirina herêmê hêsan bibe, demografiya wê biguhere. Ibtîsam Îsa sûcên ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî têne kirin, bi bîr xist.

Ibtîsam Îsa da zanîn ku êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê ne sekinî ne û bêyî cûdahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef.

Ibtîsam  Îsa hevgirtina pêkhateyên Til Temirê, girêdan û parastina xakê dê êrişên li ser herêmê têk bibe.

Welatiyê bi navê Îsmaîl El-Rehîl anî ziman ku gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê şerekî çapemenî ye û got, dewleta Tirk xakeke bê gel dixwaze û dixwaze şêniyên herêmê koçber bike da ku wê dagir bike.

Îsmaîl El-Rehîl wiha pêde çû: "Heger ti êriş li ser herêmê pêk werin, em dev ji xaka xwe bernadin. Ev xaka me û bav û kalê me ye, berdêl çi dibe bila bibe  em bi xaka xwe ve girêdayî ne."

Idrîs Yûnis destnîşan kir ku gelê herêmê bi hemû pêkhateyên wê dê herêmên xwe biparêzin, dê bi hêzên xwe yên leşkerî re bisekinin. Yûnis  bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdanê bike da ku êrişên dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê, rawestîne.

(bx)

ANHA