Rubin û Heras: Gelo Biden amade ye êriş û qirkirina etnîkî rawestîne?

Lêkolînerên amerîkî Michael Rubin û Nicholas Heras têkildarî êrişên nû yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyarî da û da zanîn ku dê encamên wê li ser şerê terorê karesat bin. Lêkolîneran got, Erdogan bala tirkan ji krîza hundirîn û dizîna milyaran dolaran dûr dixe.

Rubin û Heras: Gelo Biden amade ye êriş û qirkirina etnîkî rawestîne?
25 cotmeh, 2021   04:24
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Dewleta Tirk a dagirekr di rojên borî de careke din gefên pêkanîna êrişên nû li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin.

Wek her car, dewleta Tirk a dagirker ji bo pêkanîna van gefan hincetan diafirîne. Bi wê re serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan bêyî tu belge û nîşaneyan QSD’ê tawanbar kir ku karwaneke leşkerên Tirk li Sûriyê hedef kiriye û du endamên hêzên taybet ên dewleta Tirk kuştine.

Navenda Ragihandinê QSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya dagirkeriya Tirk ku "hêzên QSD’ê êriş li hermên dagirkirî pêk anîne" derewandin û diyar kir ev îdia derew in û di çarçoveya hewldanên dagirkeriya Tirk ên rewakirina êrişên xwe de pêk tên.

QSD’ê di daxuyaniyê de bersiva tawanên dagirkeriya Tirk yên "QSD’ê êrişî Cerablusê kiriye" da û got: "Tu têkiliya hêzên me bi êrişên li dijî Cerablus an jî sînorê Tirkiyê re tune ne, em dizanin ku ev lîstokeke MIT’a Tirk a dûbarkirî ye û bi destê çeteyên wê pêk tên, gelê Tirkiyê jî vê yekê baş dizane."

Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan têkbirina tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye armanca xwe.

Li gorî raporan, Erdogan di nîqaşên xwe yên bi Rûsya û Amerîkayê re erêkirin li ser êrişên nû li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wernegirt, ji lew re bi balafirên bêpîlot dest bi hedefgirtina herêmê kir.

Dewleta Tirk du caran li pey hev erebeyên sivîl li Kobanê bombebaran kirin.

Têkildarî vê yekê, ajansa Ruetersê li ser ziman du berpirsên dewleta Tirk ragihand ku Erdogan dê vê mijarê bi serokê Amerîkayê Jeo Biden re di civîna G 20’an de ku dê di dawiya vê Cotmehê de li paytexata Îtalya Romayê li dar bikeve, nîqaş bike.

Li gorî raporekê ku malpera Monitor a amerîkî weşandiye, Erdogan eşkere kir ku ew amade ye êrişeke leşkerî li dijî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne yan jî dixwaze bi vê yekê peyamekê bide Jeo Biden û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û bêje ku gelek xebat ji bo çareserkirina krîza Sûriyê hene, lê divê bi şert û mercên dewleta Tirk bin.

RÊVEBERIYA BIDEN JI YA TRUMP CUDATIR E

Eşkreye ku têkiliyên Jeo Bidan ên bi dewleta Tirk û QSD’ê re ji têkiliyên Trump cudatir in. Li gorî lêkolînerê mezin ê Enstîtuya Newlines a Amerîkî, Nicholas Heras "Rêveberiya Biden hîna bi QSD’ê re dixebite, di hundirê rêveberiya Biden de alîgirên Tirkiyê tune ne ku bihêlin dewleta Tirk êrişeke nû li Sûriyê pêk bîne. Ev cudahî ya di navbera rêveberiya Biden û Trump de jî girîng e."

Li gorî nivîskar û lêkolînerê Enstîtuya Enterprise ya Amerîkî (AEI)  Michael Rubin û Nicholas Heras, rêveberiya nû ya Amerîkayê mîna Trump ê ku li ser êrişên dewleta Tirk û nûnerê wî yê taybet James Jeffrey erê kiriye, erê nake.

Rubin wiha got: "Lê ev ne pirsek tenê ye. Pêdiviya Erdogan bi erêkirinê tune ye. Li şûna vê pirsê gelo Biden wê amade be êriş û qirkirina etnîkî ya nû rawestîne? Gelo Biden amade ye ku aboriya dewleta Tirk bi cezayan felc bike."

QSD’ê da zanîn ku gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşîna li dijî terorê asteng dike û dê DAIŞ’ê ji nû ve vegerîne.

Her wiha berdevkê QSD’ê Aram Hena hişyarî li ser xeteriyên gefên dewleta Tirk da û wiha gotibû: "Teror, herêmên dagirkirî li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînin. Heke dewleta Tirk êrişên nû pêk anîne, dê encamên wê karesat bin."

Girêdayî vê yekê, lêkolînerê mezin ê peymanegeha Newlines a amerîkî Nicholas Heras ji ajansa me re wiha got: "Çi êrişeke leşkerî ya dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê encamên wê li ser hemleya li dijî DAIŞ’ê li Sûriyê karesat bin. Ji ber ku DYA di wê de pişta xwe dide xebatên fermandariya QSD’ê."

Li aliyekî din jî, Michael Rubin wiha got: "Du alî ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê hene. Dewleta Tirk hevalbendê DAIŞ’ê ye û hişt ku ji nû ve geş û çalak bibe. Lê YPG û QSD’ê lehengên şerê li dijî DAIŞ’ê ne. Dewleta Tirk li dijî QSD’ê tev digere û ew jî ji DAIŞ’ê re dibe piştevan ku aloziyê çêke û dê şerê li dijî DAIŞ’ê qels bike."

ERDOGAN BALA TIRKAN LI SER DIZÎNA BI MILYARAN DOLARAN DÛR DIXE

Hin kes texmîn dikin ku gefên Erdogan ên êrişên nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ber hilweşîna rewşa aborî ya Tirkiyê ye. Ji ber ku li Tirkiyê asta bêkariyê zêde bû û nirxa lîreya Tirkiyê bi awayekî mezin daketiye. Ji lew re Erdogan propaganda pêkanîna êrişên leşkerî dike ji bo ku krîza hundirîn a Tirkiyê derxe derve.

Heras diyar kir ku armanca xîbatên dijminane yên Erdogan ên li dijî Sûriyê ew e ku rewşa xwe ya hundirîn baş bike, ji ber ku Sûriyê di bernameya wî ya siyasî de doza hundirîn e.

Rubin li ser vê yekê wiha got: "Dibe Erdogan nêzî 130 milyar dolar ji yedeka Tirkiyê ya pereyên biyanî diziye û dixwaze bi rêya neteweperestan li derodra ala Tirkiyê bala girseya gel li ser vê yekê bi dûr bixe."

Rubin wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dibe nijadperestiya Erdogan bala hin tirkan bi demeke kurt bi dûr bixe, lê bi demeke dirêj wê pirs derkevin holê ku gelo çima nirxa lîreya Tirkiyê bi rêjeya ji sedî 90’ê serdema Erdogan da daketiye, ew û malbata wî jî bi kêf dijîn."

(fr)

ANHA