Osman Xelef: Gelê herêmê ji planên dewleta Tirk hişyar e

Hevserokê Meclisa TEV-DEM'ê ya Herêma Firatê Osman Xelef got, dewleta Tirk piştî têkçûna wê di şerê leşkerî yê li dijî herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, şerê taybet dimeşîne. Osman Xelef bang li gel kir ku li hemberî hewldanên dewleta Tirk ên parçekirina civakê bisekinin.

Osman Xelef: Gelê herêmê ji planên dewleta Tirk hişyar e
25 cotmeh, 2021   03:17
KOBANÊ- ÇEKDAR EBAS

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker di warê leşkerî de nikarî dagirkeriya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfireh bike, vê carê bi şerê taybet ê li dijî gelên herêmê hewl dide civakê ji hev bixe, gel koçber bike û herêmê vala bike.

Di van demên dawîn de, dewleta Tirk di çarçoveya şerê taybet de wekî rêbazekî tirsandinê, bi rêya çapemeniyê gefan li herêmê dixwe. Ev gef hemwextî hewldanên ajankirin, belavkirina madeyên hişbirê û dorpêçkirina herêmê pêk tên.

Derbarê mijarê de, hevserokê Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a herêma Firatê Osman Xelef got: "Armanca şerê taybet şikandina îradeya civakê, parçekirina wê ye. Her wiha dûrxistina civakê ji şoreşê û armancên wê, belavkirina fitneyê ye da ku dagirkirina herêmê hêsan bike."

Osman Xelef diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di şerê xwe yê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de gelek rêbazan bikar tîne  û wiha pê de çû: "Yek ji wan rêbazên herî girîng ew e ku ji bo pêkanîna sûcên xwe yên terorîst, di navbera gel û rêveberiyê de fitneyê çêdike, li dijî Rêveberiya Xweser îdiayên ne rast belav dike, hin kêmasiyên biçûk mezin dike û wekî çek di destên xwe de bikar tîne. Her wiha bi rêya ajanên xwe madeyên hişberê belav bike."

Osman Xelef diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji şerê taybet koçberkirina şêniyên wê û berfirehkirina qada dagirekriyê ye.

Xelef destnîşan kir ku ev şerê taybet wê bandorê li gel neke û got “Gelê me hay ji armancên dagirkeriya Tirk heye.”

Hevserokê Meclisa TEV-DEM'ê ya Herêma Firatê Osman Xelef di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelên herêmê kir ku li hember şerê taybet ê dewleta Tirk li dijî wan dimeşîne hişyar bin û xwestek û armanca vî şerî bizanibin û li hemberê wê bibin bendekî asê.

(dx)

ANHA