Yekitiyên sivîl û hunermendan kiryarên PDK`ê şermezar kirin

Yekitiyên sivîl û hunermendan, neradestkirina cenazeyên gerîlayên şehîd ji aliyê PDK`ê ve, wekî deqeke reş li eniya PDK`ê hesiband.

Yekitiyên sivîl û hunermendan kiryarên PDK`ê şermezar kirin
24 cotmeh, 2021   13:01
QAMIŞLO

Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Yekitiya hunermendan, Dîwana Wêjeyî, Yekitiya Wênekêşên Sûrî îro tev li çalakiya konvedanê ya ku Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê di 5'ê Cotmehê de li Sêmalkayê orgenîz kiriye, bûn.

Yekitiyan ber bi dergehê Fîş Xabûr ve çûn da ku daxuyaniyekê bidin raya giştî.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêyî li pêşiya dergehê Fîş Xabûr daxuyanî xwend û tê de wiha hate gotin:

 “Gelên azadîxwaz li hember dagirkeran sekinîn û serî netewandin. Gelê kurd di vê qonaxa dîrokî de destkeftiyên dîrokî bi dest xistin û li hember dewleta Tirk a faşîst û AKP-MHP`ê, li Bakurê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê sekinî.

Hêzên gerîla tevahî planên faşîzma Tirkiyê têk birin û li Herêmên Parastinê yên Medyayê dersek da wan da ku gelê Kurd bi azadî azad li ser axa xwe yê dîrokî bijî û destkeftiyên xwe li çar perçeyên Kurdistanê pêk bîne.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev di vê qonaxê de pêwîst e Kurd refên xwe bikin yek, mafên gelê kurd bi dest bixin û li hember dagirkerên kurdistanê bisekinin û wiha dewam kir: “Lê mixabin tiştê ku PDK 'ë li dijî gerîla pêk aniye li dijî nirxên mirovahî û nirxên gelê kurd e. Her wiha hêzên gerîla ne tenê ji bo gelê Kurd lê belê ji bo hemû gelên azadîxwaz bûye hêvî.

Hêviyên gelê Kurd, rewşenbîr û partiyên siyasî ji PDK'ê hebûn ku li kêlka gerîla bisekine, ne bi dijminan re li dijî wan bisekine. Di kemîneke PDK 'ê ya li dijî gerîla li herêma Xelîfanê de, 5 gerîla şehîd bûn.

Diviyabû PDK'ê di vê qonaxa dîrokî de ji bo pêkanîna destkeftiyên gelê Kurd biketiba tevgerê û nebûye hevkariyê dewleta Tirk a faşîst.

Sûcên ku PDK'ê li dijî gerîla pêk aniye û neradestkirina cenazeyên şehîdan, li dijî nirx û rêgezên mirovî ne.”

Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku divê PDK'ê cenazeyan radestî malbatên şehîdan bikin û dev ji kiryarên li dijî nirxên mirovahî û ji çand û exlaqa kurdî dûr, berde.

(dm)

ANHA