ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-10-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-10-2021
23 cotmeh, 2021   23:00

-Yekitiya Parêzeran a bajarê Hesekê têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê daxuyaniyekê li ber navenda Dadgeha Gel dide, saet 11:30'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi diruşma "Serêkaniyê em bimînin û vegerin" dibistanek li kampa Serêkaniyê ya bajarê Hesekê tê vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Kobanê got, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek in tu ferq di navbera wan de tunene. Şêniyan li hemberî gefên dewleta Tirk a dagirker piştgiriya xwe bi şêniyên Minbic û Til Rifetê re anîn ziman. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Roj bi roj çîrok û çîvanok hedefgirtina Kurdan û destkeftiyên wan ji aliyê "ENKS" ve zêde dibin. Şahidan piştrast kir ku têkiliyên ENKS'ê di komkujiyeke li dijî welatiyên Kurd li taxa Seken Şebabî ya bajarê Helebê ya dawiya sala 2013'an de heye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yek ji rêveberên Nivîsgeha Jinan a MSD'ê Nejla Hemze diyar kir ku Erdogan bi gefên êrişên nû yên li dijî herêmê hewl dide ji krîza li Tirkiyê bireve. Her wiha da zanîn ku ew li dijî êrişan şerê gelê şoreşgerî bimeşînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Zanîngeha Kobanê amadekariyên derçûna xwendevanên ku di sala 2017`an de derbasî zanîngehê bûne, dike.  Her wiha zanîngeh hewl dide ji xwendevanên ku derçûne re derfetên di zaziyên Rêveberiya Xweser de peyda bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rê nadin dezgehên çapemeniyê ku sûcên şer ên ku rojane li herêmên eniyên şer pêk tînin, ragihînin. Rojnamevan ji ber hedefgirtinê nikarin wan agahiyan ji raya giştî re ragihînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYÎN

- Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Rizgar Qasim anî ziman ku li hemberî her êrişeke muhtemel a dewleta Tirk a dagirker divê Kurd û Ereb hevgirtina xwe xurt bikin. Her wiha bang li PDK'ê kir ku dev ji hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re berde. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Bi boneya salvegera 29'an a şehadeta Bêrîtan, Kongreya Star a bajarê Hesekê semînerekê li kampa Waşûkanî dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Têkoşer Bêrîtan beriya 29 salan, li hemberî xiyaneta PDK`ê ya li kurdan ku heta niha didome helwesteke xurt nîşan da. Bêrîtan teslîmkarî qebûl nekir û li çiyayên Kurdistanê xwe ji lûtkeya zinarekî avêt. Çalakiya wê dengê gelê Kurd ê li hemberî xiyanetê bilind kir. (BI WÊNE).

-Li gel aloziya aborî ya li Xezayê, jinên ciwan projeyeke çandiniyê li Dêr Beleh vekirin. Bi vê projeyê hewl didin bêkarî û xizaniyeta li Xeza ya dorpêçkirin derbas bikin. (BI WÊNE).

KURDISTAN

- Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî gerîlayên azadiyê û bêdenga civata navneteweyî ya li hemberî van êrişan şermezar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Tûra 6’an a civînên Komîteya Destûrê bê encam bi dawî bû û nûnerê navneteweyî yê taybet bi Sûriyê Geir Pedersen ev yek bi gaveke “bêhêvî” wesifand, her wiha hêzên Rûsya û hêzên hikumeta Şamê sewqiyatên leşkerî li eniyên şer ên Til Rifetê xurt kirin.

ANHA