Şêniyên Kobanê: Em ê li hemberî her êrişeke dagirkirinê bisekinin

Şêniyên Kobanê diyar kir ku hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek in û tu ferq di navbera wan de tune ye. Şêniyan li dijî planên artêşa Tirk piştgiriya xwe bi şêniyên bajarê Minbic û Til Rifetê re nîşan da.

Şêniyên Kobanê: Em ê li hemberî her êrişeke dagirkirinê bisekinin
24 cotmeh, 2021   05:48
KOBANÊ-ÇEKDAR EBAS

Gefên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina herêmên nû yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dubare dibin. Beriya çend rojan rayedarên Tirk gefên dagirkirina herêmên nû nexasim Şehba û Minbicê xwarin.

Li hemberî vê yekê şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku ew li herêmên xwe bi ewle û aramî dijîn û artêşa Tirk hewl dide vê ewlehiyê têk bibe. Şêniyan îşaretê bi girîngiya berxwedana li dijî artêşa Tirk dikin.

ꞌHETA YEK DI NAV ME DE MABE JÎ EM Ê LI BER XWE BIDINꞌ

Helbestvan, çîroknivîs û endamê navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê Mihemed Ebdo Misê got: "Dijminê Tirk ji mêj ve êrişî me dike, lê kurdan êrişî tu kesî nekirine, em ji aştiyê hez dikin, lê eger şer were em ê şer bikin û li ber xwe bidin heta ku yek bi tenê jî di nav me de mabe."

Mihemed Ebdo ku bi navê Hemê Kobanê jî tê naskirin ev li gotina xwe zêde kir: "Eeger Rûsya û Amerîka erê nekin dewleta Tirk a dagirker nikare êrişî. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagirkirin û dixwaze rûbereke mezintir ji erdê dagir bike."

Mihemed Ebdo destnîşan kir ku hemû herêmên wan yek e, tu ferq di navbera Til Rifet, Kobanê, Qamişlo de tune ye û Rojava beşek ji Sûriyê ye û wiha dewam kir: "Em parçekirina Sûriyê naxwazin, lê eger Erdogan hewl bide xaka me dagir bike em ê tevde li hemberî wî bisekinin, şer bikin û heta dawiyê li ber xwe bidin."

Mihemed Ebdo di dawiyê de bang li şêniyên Til Rifet û Minbicê kir û got: "Em hemû xwişk û bira ne, tu ferq di navbera Kurd û Ereban de tune ye, em li ser bingeha fikirê biratiya gelan dijîn. Di heman demê de divê em ji her tiştî re amade bin, ji ber ku dijmin ji bo êrişî me bike dê her tiştî bike, her wiha em ji wan re dibêjin ku dev ji erd û xaka xwe bernedin, em ê piştgiriya we bikin û dev ji bajarê Minbic, Til Rifet û Sûriyê bernedin."

ꞌDIVÊ EM PIŞGIRIYA WAN BIKINꞌ

Têkildarî mijarê endamê Meclisa Rûspiyan a Herêma Firatê Bozan Mûxtar jî got: "Rewşa hikumeta Erdogan di qada siyasî û aborî de kirêtîk e, ji lew re li ser hesabê gelê Sûriyê kiryaran pêk tîne, mîna ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk anî û niha jî dixwaze Til Rifet û Minbicê dagir bike."

Bozan Mûxtar di dawiyê de ev axaftin kir: "Erka ku dikeve ser milê şêniyên Minbicê û Til Rifetê ew e ku terka herêmên xwe nekin û li hemberî êrişên muhtemel piştgiriya şervanên xwe bikin, ji ber ku baş dizanin ku ji wan re ji Rêveberiya Xweser baştir tune ye, her wiha ji me tê xwestin ku em piştgiriya wan bikin û çi ji me were xwestin em ê pêk bînin, ji ber ku beriya niha em di vê qonaxê re derbas bûne; dema ku DAIŞ`ê hewldana dagirkirina bajarê me dikir."

(eh)

ANHA