Nûrî Mehmûd: Muxetebgirtina Erdogan erêkirina jenosîda Kurdan e

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel Nûrî Mehmûd da zanîn ku muxetebgirtina Erdogan tê wateya ku xwe jenosîda Kurdan erê kirine.

Nûrî Mehmûd: Muxetebgirtina Erdogan erêkirina jenosîda Kurdan e
24 cotmeh, 2021   06:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê YPG`ê Nûrî Mehmûd li ser hesabê xwe yê Tiwîtterê têkildarî êrişa dagirkeriya Tirk li dijî erebeyeke QSD`ê li Kobanê, wiha got:"Careke din terora Erdogan. Erdogan jenosîda ku Hitler li Yahudian, Tirkan li Ermeniyan û DAIŞ`ê li Êzidiyan kir, dixwaze li Rojavayê Kurdistanê li Kurdan bike.

Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê  mînakên zindî yên vê rastiyê ne. Muxetebgirtina Erdogan tê wateya jenosîda Kurdan erê kirine."

Duh balafireke bêmirov (SIHA) a girêdayî dagirkeriya Tirk li ser rêya Kobanê-Helebê, wesayîteke şervanên QSD`ê yên ji bo tedawiyê hatibûn Kobanê hedef girt. Di encamê de, 3 şervanên QSD`ê şehîd bûn.