Li dijî encamên hilbijartinên Iraqê li Bexdayê xwepêşandan dewam dikin

Duh êvarê li herêma Kesk a li navarasta Bexdayê alîgirên Heşd Şebî û komên Iraqê yên di hilbijartinan de bi bin ketine, xwepêşandan lidar xistin.

Li dijî encamên hilbijartinên Iraqê li Bexdayê xwepêşandan dewam dikin
24 cotmeh, 2021   06:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Alîgirên Heşd Şebî û komên din ên Iraqê ku di hilbijartinên parlamantoyê de bi bin ketibûn li herêma Kes a li navarasta Bexdayê ji hefteya borî ve xwepêşandanê dikin. Duh êvarê jî li dijî redkirina daxwazên wan ji aliyê Komîseriya Hilbijartinan ve, alîgirên Heşd Şebî û komên din ên Iraqê hewl dan bi zorê bikevin herêma Kesk.

Lê belê hêzên ewlehiyê hewldana wan têk bir. Ev yek piştî gefên serdegirtina herêmê ku Esaib Ehil El-Heq xwaribû, pêk hat. Esaib Ehil El-Heq encamên hilbijartinên parlamantoyê yên di 10`ê Cotmehê de pêk hatibûn û tê de hevbendiya El-Fetih bi dehan kursiyên parlamantoyê ji dest dabû, bi “sexte” bi nav dikin.

(cx)