Jinên Xezayê li dijî bêkariyê projeyeke çandiniyê dest pê kir

Li gel aloziya aborî ya li Xezayê, jinên ciwan projeyeke çandiniyê li Dêr Beleh vekir. Bi vê projeyê hewl didin bêkarî û xizaniya li Xezayê ku ji beriya 15 salan ve dorpêçkirî ye, derbas bikin. Di wê derbarê de jinek dibêje, “Jin dikarin her tiştî bikin.”

Jinên Xezayê li dijî bêkariyê projeyeke çandiniyê dest pê kir
24 cotmeh, 2021   07:28
XEZA-OMER MÛSA

Yek ji jinên ku li ser projeyê kar dikin Emanî Beşîr îşaret bi rewşa aborî ya li Xezayê kir got: "Li Xezayê lêgerîna li kar heta asteke mezin dişibe lêgerîna li masiyê di Behra Mirî (Behra Meyit) de û herdu hewldan binkeftî ne."

Emanî Beşîr a 30 salî ji ber derfetên kar tune ye, tevî 5 hevalên xwe dest bi projeya çandiniyê kir. Emanî Beşîr da zanîn ku hevalên wê tevde ji zanîngehê derçûne, lê derfetên kar li gorî asta xwendina xwe nedîtine, ji lew re vê fikirê cihê xwe girt.

/ar/uploads/files/2021/10/24/065659_whatsapp-image-2021-10-20-at-11.26.40-pm.webp

Piştre Emanî Beşîr û hevalên xwe erdekî li bajarê Dêr Beleh ê li naverasta Xezayê hilbijart û têkildarî vê yekê got, wan tiştên pêwîst peyda kirin û erd ji nûve cot kir û dest bi çandina miloxiyê, îsot û garis kir.

Emanî Beşîr kêfxweşiya xwe anî ziman û ev axaftin kir: "Di vê demê de, tiştên ku me çandine em berhev dikin û me li bazaran firotin. Ev proje baş hate pêşwazîkirin." Emanî Beşar û hevalên xwe amadekariyan dikin ku cûreyên din biçînin.

Nadîn Beşîr yek ji jinên ku beşdarî projeya çandiniyê bûye wiha got: "Min beşê zimanê erebî li zanîngehê qedandiye, lê min derfeteke baş nedît ku tişta min ji zanîngehê wergirtiye bikim mal an jî sûdê jê bigirim."

Nadîn Beşîr ku dayika sê zarokan e destnîşan kir ku hewcedariya kuflet û malbata wê hişt ku di projeyeke wiha de bifikire ku karibe debara xwe pê bike. Nadîn Beşîr îşaret pê kir ku qada çandiniyê kedekê dixwaze, ji lew re zehmetiyên vê projeyê hene.

Lê dîsa jî Nadîn Beşîr ji projeya xwe ya çandiniyê û xêr û bêra ku jê tê razî ye.

ZOR Û ZEHMETIYÊN DESTPÊKÊ PÊ RE RÛ BI RÛ MANE

Emanî Beşîr diyar kir ku zehmetiyên ku wê û hevalên xwe destpêka vê projeyê kişandine, hişmendiya civakê ye ku çawa jin dê di qada çandiniyê de bixebite û wiha axaftina xwe dewam kir:  "Ji ber ku li gorî civakê ev karê mêran e û pêwîstiya wê bi hêzê heye."

Emanî Beşîr bi domdarî got, ev rexne û nêrînên pûç hişt ku ew û hevalên xwe projeya xwe bi ser bixin û isbat bikin ku jin dikare her karî bike.

Emanî Beşîr ev li axaftina xwe zêde kir: "Beriya niha xebata çandiniyê karekî hevbeş ê mêr û jinan bû, ez nizanim ev adet ji ku hat."

'DIVÊ QADA ABORÎ LI XEZAYÊ PÊŞ BIKEVE'

Emanî Beşîr destnîşan kir ku saziyên xêrxwaz û lojîstîkê yê Xezayê girîngiyê didin projeyên xizmetguzariyê ku zêde bandorê li civatê nake û aloziyên derbarê jî çareser nakin û got, divê ev sazî projeyan ava bikin ku derfetên kar peyda bike û qada aborî pêşbixe.

Nadîn Beşîr û hevalên xwe hêvî dikin ku projeya xwe mezintir û berfirehtir bikin, da ku derfetên kar ji jinên ku zehmetiya debarê dikişînin, peyda bikin.

Li gorî daneyên Filistînê rêjeya bêkariyê li Xezayê ku nifûsa wê zêdetirî du milyonan e zêde ye, piştî şerê Îsraîlê yê dawî rêjeya bêkariyê bû ji sedî 89 e, lê beriya şerê dawî ji sedî 75 bû.

(eh)

ANHA