Pêkhateyên Tirbespiyê: Li hemberî êrişan em bi Kobanê, Minbic û Til Rifetê re ne

Şêniyên navçeya Tirbespiyê da zanîn ku gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê berdewama projeya dagirkirina qadeke berfireh a Sûriyê ne. Şêniyan got li hemberî êrişên muhtemel ew ê bê deng nemînin.

Pêkhateyên Tirbespiyê: Li hemberî êrişan em bi Kobanê, Minbic û Til Rifetê re ne
23 cotmeh, 2021   06:38
QAMIŞLO - RÊNAS REMO-KADAR ÎBARHAÎM

20'ê Cotmehê balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li bajarê Kobanê li erebeyeke sivîlan da. Di encamê de 2 sivîl şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser êrişê daxuyaniyek da û diyar kir ku ev êriş ji bo rakirina tola DAIŞ'ê ye û israra li ser têkbirina ewlehiya herêmê ye.

Li hemberî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker bertekên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. Gelê herêmê diyar dikin ku ew ê li hemberî her êrişeke muhtemel a Tirkiyê li ber xwe bidin.

Şêniyên navçeya Tirbespiyê bi hemû pêkhateyên wê diyar kir ku ew ê bi yekitiya xwe û berxwedana gel li hemberî êrişan bisekinin.

'OPERASYONÊN QIRKIRINA GELÊ KURD BERDEWAM DIKIN'

Adil Serhan da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker dijminê sereke yê gelê Kurd e û hemû hewldanên xwe dike da ku Kurdan qir bike. Adil Serhan piştgiriya pêkhateyên Tirbesiyê bi Kobanê re nîşan da û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Gelê Kurd dê terka erdê xwe neke û ji bo mafên xwe yên rewa berdêl çi qasî giran be jî dê bide."

Adil Serhan bang li partiyên kurdî kir ku nakokiyên xwe deynin aliyekî, yekitiya xwe ava bikin û li dijî hewldanên dewleta Tirk ên qirkirinê Kurdan bisekinin.

Welatiya bi navê Mûtîe Qasim destnîşan kir ku hemû pêkhateyên navçeyê piştgiriyê didin berxwedana Kobanê ya dîrokî û ew ê li dijî êrişên dewleta Tirk jî piştgiriya xwe bi gelê Kobanê re berdewam bikin.

Welatiyê bi navê Ebdulxenî Temê jî got: "Tirkiye 20`ê Cotmeha 1998`an li bajarê Edene yê Tirkiyê bi hikumeta Şamê re li dijî îradeya gelê Kurd li hev kir û îro dev ji hemû nakokiyên xwe berdane û li ser qirkirina gelê Kurd li hev dikin."

Ebdulxenî Temê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, bihaneyan derdixe û got: "Li hemberî vê yekê bêdengiyeke navneteweyî û herêmî heye. Lê em ê li ser xaka xwe bi mafê xwe yê rewa ve girêdayî ne."

ꞌBIRATÎ Û PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK HEDEF TÊ GIRTINꞌ

Welatiyê bi navê Jorj Yusif ê Suryan anî ziman ku gefên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê hemû gelê herêmê,  zarok, ciwan û xityar wê bigire. Her wiha got gefên Tirkiyê li ser herêmê berdewamkirina projeya wê ya dagirkirina qadeke berfireh li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Yusif destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk senaryoya komkujiyên xwe yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dubare dike, tevahiya gelê herêmê hedef digire û hewldana derbekirina jiyana hevbeş dike. Her wiha got: "Li hemberî êrişên muhtemel em ê piştgiriyê bidin şêniyên Til Rifet, Minbic û Kobanê."

ꞌEM Ê BÊ DENG NEMÎNINꞌ

Welatiyê bi navê Mûhend Hebîb ê ji pêkhateya Ereb diyar kir ku ew ê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin "Dewleta Tirk a dagirker ku cudabûnê naxe navbera biçûk û mezinan, armanca wê bi êrişên xwe yê dagirkerane gelê herêmê qir bike."

ꞌBÊDENGIYA CIVATA NAVNETEWEYÎ RÊ LI PÊŞIYA PÊKANÎNA SÛCAN VEDIKEꞌ

Welatiyê bi navê Nesîm Mûrad ê ji pêkhateya Kurd bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kir û got, ev bêdengî dihêle ku dewleta Tirk êriş û sûcên xwe dewam bike.

Mûrad bang li civata navneteweyî kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê herêmê  erka xwe bi cih bîne.

(eh)

ANHA