Şehîd Jîndar sembola jina azad e

"Dema ez şehîd bibim bi şehadeta min serbilind be, ji ber ku welat ji giyana me bihatir e. Min ev pêşeroj ji xwe re nexşe kiribû da ku tevahî jinên bidest azad bikim." Ev wesiyeta şehîd Jîndar ji bo dayika wê bû. Şehîd Jîndar mohra xwe li tevahî şeran da, herî dawî jî Berxwedana Rûmetê bû ku cesareta jina Kurd li hember dijminên mirovahiyê îsbat kir.

Şehîd Jîndar sembola jina azad e
Şehîd Jîndar sembola jina azad e
Şehîd Jîndar sembola jina azad e
Şehîd Jîndar sembola jina azad e
Şehîd Jîndar sembola jina azad e
Şehîd Jîndar sembola jina azad e
Şehîd Jîndar sembola jina azad e
Şehîd Jîndar sembola jina azad e
22 cotmeh, 2021   02:06
HELEB-SOLÎN REŞÎD-HENAN MIHEMED

Têkoşer Sultane (Jîndar Pakrewan) li taxa Şêxmeqsûdê ya Heleb di 1998’an de ji dayik bû. Bi eslê xwe ji gundê Qasim ê girêdayî navçeya Raco ya kantona Efrînê ye. Malbata wê ji 3 bira û 2 xwişkan pêk tê û ji nava xwişk û birayên xwe ya 4’emîn e.

Sultane Şêxo ji zarokatiya xwe de Tevgera Azadiya Kurdisatnê nas dike, dibistana serertayî li taxa Şêxmeqsûd dixwîne, lê ji ber topbarana li dijî taxê û aloziyê nikarî xwendina xwe temam bikira.

Jîndar bi rihê xwe yê pak û moralê xwe yê bilind cihê xwe di dilê her kesî de çêkir. Bi kesayeta xwe ya xurt, israr û girêdana xwe bi biryara xwe hemû astengî derbas dikir.

Dayika Jîndar Şêxo, Cîhan Şêxo bi bîr xist ku dema xortekî xwest bi wê re bi destgirtî bibe, wê bi tundî red kir, wiha got: "Hûn bi pêşeroja me nafikirin, ez pêşeroja xwe dûrî çêkirina malbatekê diyar bikim." Cîhan Şêxo got wê nizanî armanca wê di vê demê de çêbû.

Bi destpêka şerê li taxa Şêxmeqûdê ya 2013’yan re, malbata têkoşer Jîndar Şêxo berê xwe dide gund û mehekê lê dimîne. Lê Jîndar Şêxo tiştê bi serê taxê de tê tehmûl nekir û careke din li taxê vedigere. Bi wê re malbat tev li berxwedana taxê bû, Di 2014’an de Sultane Şêxo biryara tevlêbûna li nava YPJ’ê dide.

Li ser hûrdiyiyên tevlêbûn û derketina wê ji malê ve Cîhan Şêxo wihagot: "Di roja derketina wê ji malê de, telefona xwe da min û got, heka tu hat mal û te ez nedîtim, ez peyamê ji te re deynim li ser televîzyonê."

Cîhan Şêxo naveroka peyamê eşkere kir û wiha anî ziman: "Jîndarê wesiyeta xwe nivîsîbû. Tê de gotibû; heke ez şehîd bikevin, divê tu negirî û 3 caran tilîlî bikî û bi şehadeta min serbilind bî. Ji ber ku welat ji giyana me bilindtir e. Ev pêşeroja ku min ji xwe re neşxe kiribû ku tevahî jinên bindest azad bikim."

JI BO AZADIYA JINAN MOHRA XWE LI GELEK PÊNGAVAN DA

Piştî tevlêbûna wê ya nava YPJ'ê , gelek perwerde li ser bikaranîna çekên giran dibîne û di gelek pêngavan de  cih digire, jî pêngava Til Hemîs di 2014’an de bû. Di wê pêngavê de di ling û destê xwe de birîndar dibe. Piştre 15 rojan rewşa wê baş dibe û hesin jê re lec kirin. Her wiha tev li pêngava Şehîd Rûbar a rizgarkirina gundewarên rojavayê kantona Cizîrê dibe ku 6’ê Gulana 2015’an dest pê kir. Li kêlek wê jî tev li pêngava têkbirina DAIŞ’ê li Tebqa û Reqayê ya salên 2016 û 2017’an dibe.

Jîndar Şêxo tev li qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê ku 58 rojan dom kiriye dibe. Piştî dagirkirina Efrînê jî, têkoşer Jîndar Şêxo têkoşîna xwe ya perwerdeyên li ser bicihkirina mayîn û bêbandorkirina wan berdewam dike û di mecalê xwe de dibe pispor û şervanan perwerde dike. Lê bi destpêkirina Berxwedana Rûmetê re Jîndar Şêxo berê xwe dide Girê Spî û li rex şervan bersivda êrişên çeteyan dide.

Li ser moralên wê yên bilind di eniyên şer de, hevrêya Jîndar Şêxo, Zîlan Kobanê got: "Jîndar Şêxo di kelha berxwedanê ya li taxa Şêxmeqsûdê de di çand û berxwedanê de mezin bû ku cihê rêber Abdullah Ocalan dihat nasîn. Di êrişa li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker de mîna DAIŞ’ê û Cebhet El-Nusra de, pêşnegtî ji bo rizgarkirina jinan kir."

/kr/uploads/files/2021/10/21/202450_-.webp

Birayê şehîd Jîndar Şêxo, Ehmed Şêxo jî wiha got: "Dilê Jîndar ji min re vekirîbû, dema min leşkertiya hikumeta Şamê dikir, min bihîst ku tev li YPJ’ê bûye û bi dayika min re peyamek ji min re şand û xwest ku ji nava leşkerên hikumeta Şamê veqetim. Di wê demê de di navbera hêzên rejîma Sûriyê, YPJ û YPG’ê de şer çêbûbû. Li ser wê yekê Jîndar ji min re got heta tu veneqete wê rojek were em li hember hev bisekinin."

Ehmed Şêxo ev li axaftina xwe zêde kir: "Ez bi wê peyamê pir bandor bûm. Girêdana wê bi rêber Ocalan û şehîdan de mezin bûn. Dema şanseke guncaw çêbû, ez vegerîm mal û tev li YPG’ê bûm û li gel xwişka xwe şerê dijminên Kurd kir."

‛DIVÊ BIHA BIKIN QURBAN HETA BIHATIRÎN BI DEST BIXIN’

/kr/uploads/files/2021/10/21/202509_-.webp

Dayika şehîd Jîndar Şêxo, Cîhan Şêxo peywendiya bi telefonê ya bi keça xwe ya 22’yê Cotmeha 2019'an dema Berxwedana Rûmetê bi bîr xist û ev tişt got: "Min ew ji xweparastina balafirên dagirkeriya Tirk hişyar kir, lê ji min re got; tu tişt bê me nayê, ez beşdarî gelek şerên li dijî çeteyan bûme. Lê heke kesekî ji çeteyan cihê me nîşan da, ew tiştekî din e. Ew peywendiya dawî bû. Min dengê bombebarana balafirên dewleta Tirk bihîst û bêyî xatir ji min bixwaze telefon girt."

Cîhan Şêxo wiha gotina xwe berdewam kir: "Di wê rojê de ez tirsiym. Her tim min telefonê dikir, lê bersiv nedida û hevrêyên wê jî ji min vedişartin. Min dizanî ku tiştek pê hatiye û hefteyek pê de li benda agahiyekê ji wê de bûm."

Di 22’yê Cotmehê de, piştî Jîndar Şêxo peywendiya xwe ya bi dawiya xwe bi dawî dike , şer giran dibe û balafirên dewleta Tirk a dagirekr li asîmanê Girê Spî bome dibaran. YPJ û YPG’ê bi lez bersiva êrişên da, lê çeteyên dagirkeriya Tirk komek ji şervanan dorpêç kir,  Jîndar Şêxo bi çeka doçka çete hedef girtin da ku dorpêç têk bibe, lê balafirên dagirkeriya Tirk ew armanc kir û di encamê de bi giranî birîndar bû û gihaşt asta şehadetê.

/kr/uploads/files/2021/10/21/202524_-.webp

Girêdayî vê yekê Zîlan Kobanê wiha got: "Şehîd Jîndar Şêxo bi moralên bilind rola xwe di Berxwedana Rûmetê de list ku cesareta jina Kurd li hember dijminên mirovahiyê îsbat bike."

Dayika Jîndar Şêxo, Cîhan Şêxo ev tişt got: "Berdêlê her tiştî heye, ji bo rizgarkirina xaka me ji qirêjiya çeteyan û azadkirina fîzîkî ya rêber Ocalan berdêlekî buhatirîn heye. Ji lew re divê em tiştên giranbiha didin, da ku giranbihayan bi dest bixin. Ez bi şehadeta keça xwe serbilind im. Di roja ragihandina şehadeta wê de min rondikek jî nebarand, ji ber tişta di peyama xwe de nivîsîbû, divê pêk were. Ji ber rêya ku pê de çû, rêya serkeftin û rizgariya ji koletiyê ye."

Birayê Jîndar Şêxo, Ehmed Şêxo jî ev yek got: "Em bi keda ku Jîndar daye serbilind in. Ji ber ew rêya gihandina armanca wê bû. Bi şehadeta wê re girêdana me bi şoreşê zêde bû. Ez soz didim ku rêya ku Jîndar daye ser  temam bikim û li ser fikirê rêber Ocalan bimeşim heta em azadiya xwe pêk bînin."

Ehmed Şêxo wiha dawî li gotina xwe anî: "Wesîyeta wê; navê şehîd Mezlûm li zarokê xwe bikim û heke keç be jî bi navên şehîdên keç nav bikim. Piştî şehadeta wê bi deh rojan keçek min hat dinê û min navê Jîndar lê kir."

(fr)