'Komîteya Destûrî nûnertiya gelê Sûriyê nake'

Hiqûqnas Mihemed Osman diyar kir ku xebata Komîteya Destûrî ne qanûnî y û nûnertiya gelê Sûriyê nake û got: "Gelo kê ev komîte hilbijartiye da ku nûnertiya me di qadên navneteweyî de bike?"

'Komîteya Destûrî nûnertiya gelê Sûriyê nake'
22 cotmeh, 2021   00:52
MINBIC – NÎHAD KERHO

Tora 6'an  civînên "Komîteya Destûrî" 18'ê Cotmehê li Cinêvê dest pê kir. Ji ber nebeşdarbûna nûnerên rasteqîn ên gelê Sûriyê her 5 toreyên dawî bi ser neketin.

Têkildarî vê hiqûqnas û endamê rêveber ê Yekitiya Parêzran a bajar û gundewarê Minbicê Mihemed Osman ji ANHA'yê re axivî.

Mihemed Osman got: "Di aliyê qanûnî de, karê Komîteya Destûrî ne qanûnî ye, ji ber ku nûnertiya gelê Sûriyê bi tevahî pêkhateyên wê nake, lê belê nûnertiya ajnîdeyên derve dike. Em gelê Sûriyê xebatê vê komîteyê bi tu awayan qebûl nakin."

Osman diyar kir ku divê endamên Komîteya Destûrî ji aliyê gelê Sûriyê ve werin hilbijartin û wiha domand: "Dema ku em dibêjin Komîteya Destûrî ne qanûnî ye, divê em ji xwe bipirsin kê wê hilbjartiye?. Endamên komîteyê divê ji aliyê gelê Sûriyê ve werin hilbijartin. Lê mixabin her endamekî vê komîteyê ji aliyekî derve ve hatiye hilbijartin."

Têkildarî çareserkirina aloziya Sûriyê, endamê rêveber ê Yekitiya Parêzeran a bajar û gundewarê Minbicê hiqûqnas Mihemed Osman diyar kir ku çareserkirina aloziyê Sûriyê bi kombûna gelê Sûriyê li ser maseya diyalogan û li ser xaka Sûriyê ye ku çareseriyekê ku li gorî hemû aliyan deynin, pêkane.

Osman îşaret pê kir ku Rêveberiya Xweser sêyeka Sûriyê temsîl dike, lê nûnerên wê di komîteyê de tunene û wiha dom da axaftina xwe: "Ev tê wateya ku Komîteya Destûrî nûnertiya gelê Sûriyê nake. Piraniya sûriyan girîngiyê nadin komîteyê û ji destpêka tora yekemîn ve jê bê hêvî ne."

Hiqûqnas Mihemed Osman di dawiya axaftina xwe de got: "Ji zêdetirî 10 salan ve herêm di nava şer de ye. Bi hezaran hîna di girtîgehan de ne. Lê ruxmî vê yekê komîteyek hate avakirin da ku destûrekê deyne. Heger niyeke wan a rasteqîn ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê hebe, beriya van hemûyan divê çareserî ji rewşa li herêmên re were dîtin, destpêkê divê şer were bidawîkirin û girtî werin berdan."

ANHA