Gelo dê Îran û Erebistana Siûdî nêzî hev bibin?

Çav li hewldanên nêzîkbûna Erebistana Siûdî û Îranê ne. Têkildarî vê mijarê daxuyanî û nêrînên berpirsên her du welatan ve ji hev cuda ne. Gelo derfeta çêbûna vê nêzîkbûnê çi ye û bandora li ser aloziyên herêmê çi ye?

Gelo dê Îran û Erebistana Siûdî nêzî hev bibin?
22 cotmeh, 2021   04:33
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL-HEBÎB

Ji çend hefteyan ve nîşaneyên hebûna hewldanên cidî yên têkildarî başbûna têkiliyên Îran û Erebistana Siûdî zêde bûn. Têkiliyên van her du welatan zêdetirî 5 salan qut bûbûn. Lê diyar e ku hîna gelek astengî li pêşiya van hewldanan hene.

Têkiliyên Riyad û Tehranê bi awayekî fermî sala 2016'an qut bûbûn anku piştî ku xwepêşandêran êrişî şandeyên dîplomatên Erebistana Siûdî li Îranê kir. Ev êriş wek bersiva înfazkirina oldarê şîe Nemir Baqir Nemir ji aliyê Erebistanê Siûdî ve, hate kirin.

Îran û Erebistana Siûdî piştgiriyê didin gelek aliyên dijberî hev ên li herêmê , di serî de Yemen, Sûriyê û Lubnanê. Riyadê Tehran tawanbar kir ku êrişî binesaziyên wê yên petrolê kiriye û moşekan dide Hûsiyên li Yemenê ku bi wan moşekan êrişî xaka wê dikin.

Van hewldanan li Iraqê dest pê kir ku berpirsên Siûdî û Îranê di mehên dawî de dan û standin li Bexdayê pêk anîn.

Tevî nezelalbûna encamên van dan û standin, lê wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan Bin Ebdullah Al Siûdî daxuyand ku tora çaran a dan û standinan ku di dawiya Îlona borî de li dar ketin û hêvî kir ku ev dan û standin "bingeha çareserkirina pirsgirêkên her du welatan” çekin.

Hempîşeyê wî yê Îranê Hisên Emîr Ebullehiyan jî got: "Dan û standin di xeta durist de dimeşin. Me lihevkirin pêk anîn, lê hîna pêwîstiya me bi dan û standinên zêdetir heye."

KANALÊN PEYWENDIYAN LI IRAQ Û UMANÊ

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Tariq Wehbê li ser mijarê got: "Tiştek bi navê dan û standinên Siûdî-Îranê tune ye. Lê kanalên peywendiyan hene ku ya yekemîn bi rêya balyozê Erebistana Siûdî yê li Iraqê û balyozê Siûdiyê li Umanê ye."

Wehbî diyar kir ku Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî şaneyek ava kir da ku diyalogên dîplomatîk di navbera her du welatan de pêk bîne û wiha domand: "Lê niha ya pêşîn ew e ku dosyaya Yemenê û destwerdana Îranê ya bi rêya biçekkirina balafirên bêmirov û moşekên navîn û dûdirêj bi dawî bike.

Lê heta vê kêliyê Îranê di rawestandina vê yekê de nebûye alîkar. Lê nêzîkatiyên Hûsiyan çareseriyên dîplomatîk asteng dikin, nemaze ku fermandariya leşkerî ya Erebistana Siûdî ragihand ku hejmara êrişên hawayî kêm bûne, ji bo ku alozî çareser bibe. Her wiha got serdestiya welêt xeteke sor e û dê yekser bersiva her êrişekê bide.”

EREBISTANA SIÛDÎ DIBÎNE KU MUDAXELEYA ÎRANÊ LI IRAQÊ ÊDÎ KÊM DIBE

Wehbî got: “Li gorî nêrîna Erebistana Siûdî êdî mudaxeleya Îranê di Iraqê de kêm dibe. Bi taybet piştî ku alîgirên Îranê hebûna xwe di parlamentoyê de winda kir. Lê hebûna Îranê li Sûriyê û Lubnanê berdewam e. Ev yek cihê nerehetiyê ye, nexasim ku Erebistana Siûdî dê rolekê di pêvajoya bê de bilîze. Pandemiya koronayê û sererastkirinên îdarî ya hundirîn bi destpêkirina projeya Neom re, ji bo mayîndekirina serdestiya hundir a Erebistana Siûdî gelekî girîng in.”

‘ÎRAN JI BO FIŞARÊN NAVNETEWEYÎ SIVIK BIBIN LI ÇARESERIYEKÊ DIGERE’

Her wiha Wehbî diyar kir ku Îran bi hemû hêza xwe hewl dide nakokiya olî kûr bike û heta ku mudaxeleyî navên rêveberên şîe ya li Kendavê dike. Ev yek ne tenê ji bo Erebistana Siûdî lê belê ji bo Meclisa Hevkariyê ya Kendavê bi giştî metirsiyeke mezin e.

‘ÇARESERÎ XUYA NAKE’

Têkildarî encamên van hewldanan, Wehbî got: “Li asoyan tu çareserî xuya nakin. Divê kongreyek xwedî armancên diyar li dar bikeve. Bi taybet ku Îran xwedî çekên nukleer e û dê li ser hemû dewletên herêmê gef be.”

Li gorî agahiyên dawîn ên der barê hewdanên nêzîkbûnê de çavkaniyekî biyanî yê dîplomatîk ji Riyadê ji AFP’ê re eşkere kir ku di gera dawîn a dan û standinên li Bexdayê de lihevkirinek di navbera Riyad û Tehranê de têkildarî aramkirina rewşê û şerê wekaletê yê li herêmê, heye.

Dîplomatê biyanî diyar kir ku her du alî dê detayên dawîn ên lihevkirinê di gereke din de diyar bikin ku dibe di çend rojên bê de li dar bikeve. Dîplomatê biyanî got: “Her du aliyan li ser jinûve vekirina balyozxaneyan li hev kir. Ez di wê baweriyê de me ku di çend hefteyên bê de, dê normalîzekirina têkiliyan were ragihandin.”

Dîplomatê biyanî destnîşan kir ku Erebistana Siûdî dixwaze nakokiya li Yemenê bi dawî bibe ku lêçûna wê li ser Erebistana Siûdî gihaştiye bi milyaran. Her wiha diyar kir ku Tehran hewl dide li ser asta aborî têkiliyan bi Riyadê re deyne da ku aboriya xwe ji nû ve geş bike ku ji ber cezayan zirar dîtiye.

Ruxmî wê jî wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan roja înê got bi lezkirina Îranê ji tevgerên xwe yên nukleerî re, herêm derbasî pêvajoyeke xeternak dike. Wezîrê siûdî dan û standinên di navbera Îran û Erebistana Siûdî de erênî nirxandin lê got tu pêşketineke berçav pêk neanî.

‘JI BER ŞERT Û MERCÊN NAVNETEWEYÎ LI SER ASTA DÎPLOMATÎK TEVGER ÇÊBÛ’

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî û kar û barên Îranê Dr. Iyad El-Mecalî got: “Li gel guhertinên ku çêbûne, kontrolkirina demokratan û Biden a li ser rêveberiya Koşka Spî, ez difikirim ku ev bûn sedem ku warê dîplomatîk xurt bibe da ku gelek doz û aloziyên nakok li herêmê werin çareserkirin. Nexasim ku pêwîstiya hemû aliyên herêmî di vê de demê bi jinûve sazkirina hevalbendiyan, diyarkirina berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî heye. Nemaze di navbera hêzên mezin ên hevrik de ku li herêmê yên herî xeternak in.”

El-Mecalî wiha berdewam kir: “Bi nêrîna min, zêdebûna asta nakokiyê li herêmên aloz û pêşketina helwesta Amerîkayê ya ku di lihevkirina nukleerî ya Îranê de li beramberî sînordarkirina hebûna Îranê li herêmê li vebijêrkên din digere, hemû di çarçoveya kêmkirina rageşiyê û rawestandina şerê li Yemenê de rû didin.  Ev şer li pêşiya Riyadê bûye astengiyek û Riyad hewl dide bandorên wê li ser Siûdiyê sivik bike.”

RÊVEBERIYA AMERÎKAYÊ PIŞTGIRIYA HELWESTA RAWESTANDINA ŞERÊ LI YEMENÊ DIKE

Têkildarî helwesta Amerîkayê di vî warî de El-Mecalî got: “Armanca aktîfkirina warê dîplomatîk di navbera her du aliyan de ku li gorî pêşbîniyan, Amerîka ji beriya gelek mehan ve hewl dide destkeftiyên pratîk li ser erdê bi dest bixe, ez texmîn dikim ku ev daxwaza Amerîkayê ye ku şerê li Yemenê raweste da ku berjewendiyên xwe biparêze, nehêle Hûsî hêzên xwe yên leşkerî xurttir bikin û bi wê yekê rê li derbeyên hewayî yên li dijî kargehên petrolê yên şîrketên Erebistana Siûdî-Amerîkayê were girtin.”

El-Mecalî wiha pê de çû: “Ez difikirim ku şerê mezhebî yê li ser ewlehiya dewletên Meclisa Hevkariyê ya Kendavê xeter e, dê rê bide Erebistana Siûdî û dewletên Kendavê ku pîvanînên aştiyê û ewlehiyê li dijî hemû cureyên nakokiyan deynin yên ku komên çekdar û milîsên alîgirên Îranê li Iraq, Yemen û Sûriyê jî çêdikin. Li rex van metirsiyan jî, xetereya moşekên Îranê û aloziya aborî ya li Îranê hene ku piştî vekişîna DYA`yê ji lihevkirine nukleerî û zêdekirina cezayan ji Hezîrana 2018`an ve li welêt çêbûye.”

Li gorî El-Mecalî derfeta ji nû ve vegera têkiliyan di navbera Tehran û Riyadê de, asta nakokiya li ser hegemonyayê çi li Iraqê yan jî Sûriyê yan jî Yemenê, parçebûna ku Riyad û Tehran li pişt wê ne, dihêle asta nakokiyê zêde bibe û her aliyek dixwaze serwer be.

El-Mecalî nirxandina xwe wiha domand: “Her aliyek bi her şêxwazekê dixwaze nêzîkbûnek çêbe, lê bêyî ku ji aliyê din re pêwîstiya xwe bi vê yekê nîşan bide. Bi nêrîna min, ev nêzîkbûn ji bo her du aliyan daxwazeke bivênevê ye. Ez di wê baweriyê de me ku li ser asta siyasî her du alî hewl didin xwe kontrol bikin û astengiyan derbas bikin ku li pêşiya vê nêzîkbûnê û avakirina têkiliyan dibin bend, bi taybet di pêvajoya bê de.”

Der barê derfetên pêkhatina vê nêzîkbûnê de El-Mecalî destnîşan kir ku serkeftina wê bi awayekî mezin bi sedemên vegera têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Îran û Erebistana Siûdî de girêdayî ye ku li gorî El-Mecalî ji ber nakokiyên di navbera her du aliyan de ne pêkan e pêk werin. El-Mecalî got: “Her du alî, di siyastên îslamî de dijber in. Komarek xwedî îdeolojiyeke şoreşgerî li beramberî qiraleke radîkal a sunî heye. Her aliyek dibêje ew nûnertiya islamê dike. Parçebûna di navbera herdu aliyan de li ser bingeha şîa û sunî ye ku derfetê nade, nêzîkbûnek çêbibe.”

‘NÊZÎKBÛN DÊ ARAMIYEKÊ LI HERÊMÊ ÇÊKE’

Li gorî El-Mecalî encamên hewldanên Îran-Erebistana Siûdî yên destpêkirina dan û standinan ên têkildarî aloziyên li herêmê, xwedî bandorên erênî ne ku aramiyek li herêmê çêbe. El-Mecalî diyar kir ku ev aramî dê derfetên hevkariyê zêde bike, asta nakokiyê û kontrolkirina têkiliyan li gorî pîvanên dîplomatîk sivik bike. Dê encamên aloziyên li herêmê li ser gelên herêmê sivik bike û dibe ku ev bandor bigihêje Iraq, Yemen, Sûriyê û Lubnanê.

ANHA