​​​​​​​Li Dêrazorê di êrişeke çekdarî de ciwanek hate kuştin û yek din birîndar bû

Li bajarokê Zeyban ê rojhilatê Dêrazorê, di êrişeke bi guleyan a kesên nenas de ciwanek hate kuştin û yek jî birîndar bû.

​​​​​​​Li Dêrazorê di êrişeke çekdarî de ciwanek hate kuştin û yek din birîndar bû
21 cotmeh, 2021   19:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî ji ajansa me re ragihand ku kesên nenas ku li motorsîklêtekî siwar bûbûn, li nêzî rêya Hiweyce ya bajarokê Zeyban ê gundewarê Dêrazorê gule li du ciwanan reşandin, di encamê de yek hate kuştin û yê din birîndar bû.

Li gorî çavkaniyan, navê ciwanê ku hatiye kuştin Fewzî Şerîf El- Ubeyd e û yê birîndar hîn nehatiye naskirin.

Ciwanê birîndar rakirin nexweşxaneyê. Li gorî agahiyan birîna wî xeter e.

(eh)

ANHA