ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-10-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-10-2021
21 cotmeh, 2021   23:00

-Civîna berfireh a duyemîn a zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li avahiya Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo tê lidarxistin, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamvanên Kurd û Yekitiya Nivîskarên Kurd bi boneya salvegera 37'an a wefata helbestvan Cegerxwîn, merasîmeke bîranînê li ser gora wî li dar dixin, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn diyar kir ku êrişa bi balafira bê mirov a dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê hemwextî salvegera 4'an a rizgarkirina bajarê Reqa ji çeteyên DAIŞ'ê pêk hat û got, ev dide diyarkirin ku dewleta Tirk tola DAIŞ'ê hiltîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Aram Hena diyar kir ku bi saya hevgirtina pêkhateyên herêmên Reqa ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin û got, êrişên Tirkiyê ji bo astengkirina şerê li hemberî terorê tê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parêzer Ronî Omran têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî kurdan ji aliyê dewleta Tirk ve, bang li civaka navneteweyî kir ku li gorî madeya 74 a qanûna navneteweyî ya urfî dewlata Tirk darizîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçber û Penaberan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê kir ku deriyê Til Koçer li pêşiya alîkariyên mirovî vekin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rojnameger Emîne Hisên da zanîn ku biryara parlamentoya Kataloyayê ya naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tacîdarkirina qurbaniyên ciwanên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Her wiha rojnamger eşkere kir ku dibe ku parlamentoya Basque mîna vê gavê biavêje. (BI WÊNE).

-"Dema ez şehîd bibim bi şehadeta min serbilind be, ji ber ku welat ji giyana me bihatir e. Min ev pêşeroj ji xwe re nexşe kiribû da ku tevahî jinên bidest azad bikim." Ev wesiyeta şehîd Jîndar ji bo dayika wê bû. Şehîd Jîndar mohra xwe li tevahî şeran da, herî dawî jî Berxwedana Rûmetê bû ku cesareta jina Kurd li hember dijminên mirovahiyê îsbat kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

-Daneyên li ser erdê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan dikin ku dewleta Tirk a dagirker dê “peymana agirbestê” ya beriya du salan bi navbeynkariya Rûsyayê pêk aniye, binpê bike û êrişeke leşkerî ya berfireh bide destpêkirin. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Hiqûqnas Mihemed Osman diyar kir ku xebata Komîteya Destûrî ne qanûnî y û nûnertiya gelê Sûriyê nake û got: "Gelo kê ev komîte hilbijartiye da ku nûnertiya me di qadên navneteweyî de bike?" (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Berdevka Kongreya Star Remziya Mihemed qetilkirina jineke dûcanî bi îşkenceya îstixbarata dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî, şermezar kir û diyar kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker gihaştine asta herî bilind a hovîtiyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Çav li hewldanên nêzîkbûna Erebistana Siûdî û Îranê ne. Têkildarî vê mijarê daxuyanî û nêrînên berpirsên her du welatan ve ji hev cuda ne. Gelo derfeta çêbûna vê nêzîkbûnê çi ye û bandora li ser aloziyên herêmê çi ye? (BI WÊNE).

KURDISTAN

- Malbatên şehîdan ên bajarê Kobanê destnîşan kir ku PDK`ê îxanetê li xwîna şehîdan dike, li ser vê yekê divê dev ji rêya xiyanetê û ajantiyê berde. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Cotkarên kantona Qamişlo hewl didin rêgeza xwetêrkirinê pêk bînin, sebzeyên zivisatnî bi buhayên guncaw dadixin bazan. Cotkar banga destekdayînê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji bo destekdayîna nexweşên vîrusa koronayê û navenda tenduristiyê ya li bajarokê Baxozê, komeke ciwan însiyatîfeke mirov û civakî ragihandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA