Li Qamişlo Mîhrîcana 3’yemîn a Şehîd Stêrvan a Jinên Ciwan

Bi diruşma" Bi rengên jinên ciwan wê şoreşa çandê geş bibe" Mîhrîcana 3’yemîn a Şehîd Strêvan a Jinên Ciwan li Stada Heysem Kiço ya Qamişlo dest pê kir.

Li Qamişlo Mîhrîcana 3’yemîn a Şehîd Stêrvan a Jinên Ciwan
Li Qamişlo Mîhrîcana 3’yemîn a Şehîd Stêrvan a Jinên Ciwan
Li Qamişlo Mîhrîcana 3’yemîn a Şehîd Stêrvan a Jinên Ciwan
Li Qamişlo Mîhrîcana 3’yemîn a Şehîd Stêrvan a Jinên Ciwan
Li Qamişlo Mîhrîcana 3’yemîn a Şehîd Stêrvan a Jinên Ciwan
Li Qamişlo Mîhrîcana 3’yemîn a Şehîd Stêrvan a Jinên Ciwan
Li Qamişlo Mîhrîcana 3’yemîn a Şehîd Stêrvan a Jinên Ciwan
Li Qamişlo Mîhrîcana 3’yemîn a Şehîd Stêrvan a Jinên Ciwan
21 cotmeh, 2021   18:45
QAMIŞLO

Mîhrîcana 3’yemîn a Şehîd Strêvan ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve hate lidarxistin. Tîmên jinên ciwan ên volleyball, futbol, taykwondo û karate yên ji tevahî herêmên Cizîrê beşdar bûn, her wiha hezkerên werzîşê jî amade bûn.

Di mîhrîcanê de, pirtûk û wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên Şoreşa Rojava, Tevgera Azadiya Kurdistanê û pankartên "Jin tenê û tenê bila yên xwe bin" hatin pêşandan.

Mîhrîcan bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîde Nesan mîhrîcan pîroz kir û berxwedana gerîla li dijî artêşa Tirk silav kir.

Ferîde Nesan wiha domand: "Di demekê de ku em rastî êrişên qirkirinê tên û hebûna me li beramber gefan in, Mîhrîcana 3’yemîn a Şehîd Strêvan a Jinên Ciwan dest pê dike. Îro jinên ciwan çanda ku bi sedan sal me parastî, diparêzin. Ew jin pêşengên Şoreşa Rojava bûn û ev mîrasa hezaran sal e."

Li aliyekî din jî, endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava Rîhan Loqo wiha got: "Li hermên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi destpêkirina çirûska Şoreşa Rojava re jinan roleke pêşeng di tevahî qadên siyasî, leşkerî, dîplomasî, çandî, civakî û werzîşî de lîstin."

Rîhan Loqo diyar kir ku jina şoreşger a ku tê dikoşe û dîroka nû ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dinivîse dê ji tevahî cîhanê re bibe cihê serbilindiyê û wiha pê de çû: "Ev mîhrîcan ji bo tevahî jinên ciwan ên ji tevahî pêkhateyan e, da ku jin rola xwe di hemû qadan de bilîzin, nexasim werzîş, rêxistin û xurtkirina xwe."

Rîhan  Loqo wiha dawî li gotina xwe anî: "Ji destpêka Şoreşa Rojava ve dijmin şerekî qirêj dimeşîne ku ciwanên ku dîrokê dinivîsin tune bikin. Armanca dijmin ew e ku dîroka bi xwînê hatiye nivîsandin têk bibin û Şoreşa Rojava bi bin bixin."

Piştî axaftin bi dawî bûn, çalakiyên werzîşê dest pê kirin. Tîma Serdem û Tîma Yekitiya Jinên Ciwan maça volleyballî lîstin. Tîma Serdem bi ser ket.

Dûvre Tîma Cizîrê li dijî Serdem lîst, tê de koma Cizîrê bi ser ket.

Tîma Serdem a Jinên Ciwan a Karatê gelek huner pêşkêş kirin, paşê Tîma Qendîl li dijî Tîma Berxwedan ping pongê list, tê de Tîma Berxwedan bi ser ket.

Her wiha Dibistana Nimûr a Taykwondo ya Navneteweyî gelek huner pêşkêş kirin, dûvre pêşbirk lîstokî hat lidarxistin û çalakî bi gerandina dîlan di ser stranan re bi dawî bûn.

(fr)

ANHA