Erebeyeke Rûsyayê pê li jineke ji Kobanê kir

Li Kobanê dema girseya gel kom bûbû û Rûsya wekî berpirsa berdewamkirina êrişên dewleta Tirk li ser herêmê nîşan dida, erebeyeke hêzên Rûsyayê pê li jinekê kir.

Erebeyeke Rûsyayê pê li jineke ji Kobanê kir
21 cotmeh, 2021   10:51
KOBANÊ

Dihat payîn ku Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê biçin cihê ku êrişa dewleta Tirk a dagirker lê pêk hatiye, ku di encamê de 2 sivîl şehîd bûn û 3 sivîlên din jî birîndar bûn. Her wiha dê çûbana morga nexweşxaneya ku cenazeyên şehîdên êrişê lê ne.

Lê belê leşkerên Rûs qebûl nekirin ku bikevin morga nexweşxaneyê û tenê li derve man. Li pêşiya avahiyê bi dehan sivîlên ku kom bûbûn bertek nîşanî bêdengiya Rûsyayê li hemberî êrişên dewleta Tirk da û kevir avêtin panzêrên Rûsyayê.

Hêzên Rûsyayê jî wek bersiva li dijî hêrsa sivîlan bi erebeyekê pê li jinekê kir. Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me dane, jinek birîndar bûye û ji bo dermankirinên rakirin nexweşxaneya Kobanê.

/ar/uploads/files/2021/10/21/102520_bad-alhjwm-altrky..-rwsya-twajh-alghdhb-alshaby-bdhs-amrah-fy-kwbany-28229.webp

Lê heta niha agahiyên zêdetir derbarê rewşa jina birîndar de nehatine bidestxistin.

Nerazîbûnên li hemberî bêdengiya Rûsyayê ya li ser berdewamkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî herêmê yên bi rêya dronan yan jî topbaranê, zêde dibin. Nexasim ku Rûsya di navê hêza garantorê agirbestê de derbasî herêmê bû.

(şx)

ANHA