Saziyên Kobanê bêdengiya Amerîka û Rûsyayê li hemberî destdirêjiyên Tirkiyê şermezar kir

Meclisa Edaleta Civakî û TEV-DEM yên herêma Firatê bi daxuyaniyên cuda êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser bajarê Kobanê û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li herêmê, şermezar kirin.

Saziyên Kobanê bêdengiya Amerîka û Rûsyayê li hemberî destdirêjiyên Tirkiyê şermezar kir
21 cotmeh, 2021   10:35
KOBANÊ

Nerazîbûnên li hemberî hedefgirtina erebeyeke sivîlan li pêşiya avahiya Meclisa Edelata Civakî ya bajarê Kobanê ji aliyê balafireke bêmirov ya dewleta Tirk ve zêde dibin. Di encama êrişê de 2 kes şehîd bûn û 3 kesên din jî birîndar bûn di nav de hevserokê Meclisa Edaleta Civakî Bekir Ceradê, heye.

Têkildarî mijarê Meclisa Edaleta Civakî û Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê daxuyaniyek li pêşiya navenda meclisê da. Daxuyanî ji aliyê parêzer Azad Ebdî ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye: "Em êrişa dewleta Tirk a dagirker ku duh li dijî sivîlan hatî kirin û di encama wê de 2 kes şehîd bûn û hevalê me Bekir Ceradê birîndar bû, şermezar dikin. Ev kiryeke terorîst e û dewleta Tirk bi vê êrişê hemû qanûnên navneteweyî binpê kir.

Em bang li saziyên hiqûqî û mirovî û saziyên nanveteweyî, Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê dikin ku destwerdanê bikin da ku sînorekî ji sûcên derexlaqî yên dewleta Tirk re deynin.

`BERDEWAMKIRINA SÛCÊN DEWLETA TIRK, EWLEHÎ Û AŞTIYA HERÊMÎ TÊK DIBE`

Bi heman mebestê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya herêma Firatê daxuyaniyek da. Hevseroka tevgerê Hedla Hesen li qada Şehîd Egîd a Kobanê daxuyanî xwend. Bi dehan şênî, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl beşdarî dayîna daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi hedefgirtina 2 erebeyên sivîlan ku di encama wê de sivîl şehîd bûn, qanûn û hevpeymanên navneteweyî binpê dike. Berdewamkirina van êrişan aştî û ewlehiya herêmî û îstiqrarê têk dibe.

Her wiha hate destnîşankirin ku ji bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên domdar ên dewleta Tirk û hedefgirtina bajarê Kobanê, gundên wê û sivîlan û gefên wê yên eşkere yên ji bo dagirkriina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûiyê, tê wateya qebûlkirina van sûcan û diyar kir ku hesab ji dewleta Tirk nayê xwestin.

Di dawiyê de sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan, bêdengiya navneteweyî nexasim a DYA`yê û nepêkanîna Rûsya sozên xwe ku wek hêzeke garantor li herêmê ye hat şermezarkirin û bang li civata naventeweyî hat kirin ku bi awayekî cidî bixebite da ku sûcên dewleta Tirk rawestîne.

TEV-DEM`ê her wiha sersaxî ji malbatên şehîdan re û silametî ji birîndaran re xwest.

(bx)

ANHA

<iframe width="676" height="380" src="https://www.youtube.com/embed/PDVFqWUOsbk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>