PYD'ê: Naskirina Rêveberiya Xweser ji aliyê Katalonya ve gaveke wêrek e

Partiya Yekîtiya Demokratîk naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê Parlamentoya Katalonyayê ve erênî nirxand û wekî gaveke wêrek bi nav kir.

PYD'ê: Naskirina Rêveberiya Xweser ji aliyê Katalonya ve gaveke wêrek e
21 cotmeh, 2021   10:57
 NAVENDA NÛÇEYAN

Biryara Parlamentoya Katalonyayê ya naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, deng vedide. Di vê çarçoveyê de Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyeke nivîskî spasiya Parlamentoya Katalonyayê û gelê Katalonyayê kir.

Daxuyaniya Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk wiha ye:

"Di vê roja dîrokî de, fedekariyên şehîdên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî destpêk bi naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê Parlamentoya Katalonyayê ve bi piraniya dengan, tacîdar bû.

Em wekî Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dibînin ku erkekî exlaqî û mirovî ye ku em spasiya gel û Parlementoya Katalonyayê bikin ji bo avêtina vê gava wêrek a ku şerê Sûriyê û ber bi rêya rast a çareseriyê ve dibe.

Her wiha em vê nêzîkatiya Parlementoya Katalonya û naskirina wê ya rast ji projeya me re, ku me her gav hewl daye ji bo çareseriya aloziya Sûriyê wekî modela rast pêşkêşî der û dorê bikin, erênî dibînin.

Spas, gelê Katalonya.

Spas, Parlamentoya Katalonya."

(dx)