​​​​​​​Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk bi mîna van êrişan nikare vîna gelê me bişikîne

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê daxuyaniyek da û êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî erebeyên sivîlan li Kobanê şermezar kir, ku di encamê de 2 sivîl şehîd bûn û 3 din jî birîndar bûn.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk bi mîna van êrişan nikare vîna gelê me bişikîne
20 cotmeh, 2021   16:39
KOBANÊ

Daxuyanî li pêşiya nexweşxaneya Şehîd Zozan a li Kobanê ji aliyê hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn ve hat xwendin. Bi dehan şêniyên Kobanê û nûnerên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê tev li xwendina daxuyaniyê bû.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Saet di 3:00`yan de li Kobanê droneke dewleta Tirk a dagirker êrişî du erebeyên sivîlan kir. Di encamê de 2 sivîl şehîd bûn û 3 din jî birîndar bûn. Ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk mîna van êrişên terorîst li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne.

Em vê êrişê û bêdengiya Rûsyayê şermezar dikin ku berpirsa ewlehiya li ser sînorên di navbera Sûriyê û Tirkiyê de ye. Em Rûsya wek berpirsa vê êrişê dibînin.

Ev êriş vîna gelê me naşikîne. Divê civata navneteweyî bi erka xwe ya li hemberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rabe û rê li pêşiya van êrişan bigire.

Di dawiyê de em sersaxî ji malbatên şehîdan re û şifayê ji birîndaran re dixwazin.”

Ajansa me bi rêya hinek çavkaniyan navên şehîdan û birîndaran bi destxistin. Navên şehîdan wiha ne: Hemze Mehmûd Hemze, Fîras Ebdulqadir Mezî. Navên birîndaran jî wiha ne: Hevserokê Desteya Edaleta Civakî ya herêma Firatê Bekir Cerade, Reşad Muslim û Elî Lutfî Şirkî.

Hevserokê Desteya Edaleta Civakî ji bo dermankirinê ji nexwexaneya Minbicê re hat rakirin. Li gorî agahiyan rewşa birîndarên din baş e.

(şx)

ANHA