Şêniyên Reqayê şahiya pîrozkirina salvegera 4`emîn a rizgarkirina Reqayê bi dawî kir

Piştî rêzeaxaftinan, îro şêniyên Reqayê şahiya pîrozkirina salvegera 4`emîn a rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê bi stranên folklorî bi dawî kir.

Şêniyên Reqayê şahiya pîrozkirina salvegera 4`emîn a rizgarkirina Reqayê bi dawî kir
Şêniyên Reqayê şahiya pîrozkirina salvegera 4`emîn a rizgarkirina Reqayê bi dawî kir
Şêniyên Reqayê şahiya pîrozkirina salvegera 4`emîn a rizgarkirina Reqayê bi dawî kir
Şêniyên Reqayê şahiya pîrozkirina salvegera 4`emîn a rizgarkirina Reqayê bi dawî kir
Şêniyên Reqayê şahiya pîrozkirina salvegera 4`emîn a rizgarkirina Reqayê bi dawî kir
Şêniyên Reqayê şahiya pîrozkirina salvegera 4`emîn a rizgarkirina Reqayê bi dawî kir
20 cotmeh, 2021   16:23
REQA

Şahî li stada Reş (El-Eswed) a li naverasta Reqayê li dar ket. Bi hezaran şêniyên Reqayê û gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê de beşdar bûn.

Di şahiyê de şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) toreneke leşkerî li dar xist. Dûre bi navên Meclisa Sivîl a Reqayê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Partiya Sûriya Pêşerojê, Kombûna Jinan a Zenûbiya û QSD`ê axaftin hatin kirin.

Axêveran berxwedana QSD`ê ya ku bi rizgarkirina Reqayê tacîdar bû silav kir û şehîdên QSD`ê bi bîr anîn.

Axêveran da zanîn ku redkirina hikumeta Şamê ya ji diyalogê re û pejirandina çareseriya leşkerî, hişt ku aloziya Sûriyê heta roja îro dirêj bike.

Di dawiya şahiyê de koma Reqa û Tebqayê stranên hunerî û gelêrî pêşendan.

(eh)

ANHA