Parlamentoya Katalonyayê bi awayekî fermî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas kir

Parlamentoya Katalonya bi piraniya dengan Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nas kir û bang li saziyên Katalonyayê kir ku têkiliyan bi Rêveberiya Xweser re ava bikin.

Parlamentoya Katalonyayê bi awayekî fermî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas kir
20 cotmeh, 2021   17:01
NAVENDA NUÇEYAN

Parlamentoya Katalonya di salvegera rizgarkirina paytexta DAIŞ’ê Reqayê de, bi awayekî fermî bi piraniya dengan Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nas kir.

80 parlamenteran dengê erê dan û 49 parlamenteran jî dengê ‘Na’ dan.

Parlamentoya Katalonyayê bû yekem parlamentoya ku Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi fermî nas bike.