ꞌRizgarkirina Reqayê Tirkiye derbe kir û aloziyê Sûriyê bi diyalogan çareser dibeꞌ

Hemdan El-Ebid û Îbrahîm El-Qeftan di salvegera 4`emîn a şahiya rizgarkirina Reqayê de axivîn û piştrast kir ku rizgarkirina Reqayê derbeyeke mezin ji dewleta Tirk re bû û teqez kir ku diyalog çareseriya yekane ya aloziya Sûriyê ye.

ꞌRizgarkirina Reqayê Tirkiye derbe kir û aloziyê Sûriyê bi diyalogan çareser dibeꞌ
20 cotmeh, 2021   16:03
 REQA

Di şahiya salvegera 4`emîn a rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê de, cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid wiha axivî: “Di salvegera 4`emîn a rizgarkirina bajarê Reqayê, bajarê Ebdulselam El-Icêlî, bajarê Harûn Reşîd de, em spasiya komîteya amadekariyê di vê boneyê de dikin û rizgarkirina Reqayê li tevahî cîhanê pîroz dikin.”

‛ME PARASTINA HEMÛ CÎHANÊ KIR’

Hemdan El-Ebid şerê ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li şûna tevahî cîhanê li dijî çeteyên DAIŞ`ê meşandiye, bi bîr xist û got, “Rizgarkirina Reqayê têkçûneke mezin ji DAIŞ`ê re bû, ji ber ku Reqa qaşo paytexta xîlafeta wan bû. Bi saya fedekarên QSD`ê tarîtî û tirs bi dawî bû û îro li vî bajarî hezkirin û aştî serwer e.”

El-Ebid wiha dewam kir: “Dema me li Sûriyê û derve bi parçebûnê tawanbar dikin, divê bizanibin ku me li şûna cîhanê tevahî, bi taybetî li şûna Sûriyê şerê DAIŞ`ê kir, ku gef li tevahî cîhanê dixwar."

‛TIKRIYE NAVENDA TERORÊ YE’

El-Ebid ev li gotina xwe zêde kir: "Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê li Tirkiyê û herêmên sînor in, lê AKP`ê daxuyaniyan diweşîne û idia dike ku herêmên hêzên QSD`ê terorîst in, lê hedefa wê ji van daxuyaniyan şerê li dijî me ye, ji ber ku baskên wê yên wekî DAIŞ`ê û yên din nikarîn armancên wê pêk bianiyha."

El-Ebid bi domdarî got: "Dewleta Tirk a dagirker piştî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, berê xwe da kampa Eyn Îsa da ku ji malbat û çeteyên DAIŞ`ê yên li wir xelas bibe û hewldana ketina Hesekê kir, da ku bigihêje kampa Holê û çeteyan tune bike, lê bi ser neket û ev kiryar tevahî tima û hedefên Tirkiyê eşkere dikin."

ꞌTIRKIYE BERÊ ŞOREŞÊ GUHART DA KU BERJEWENDIYÊN XWE PÊK BÎNEꞌ

El-Ebid diyar kir ku hemû civînên bi armanca çareserkirina aloziya Sûriyê li dar dikevin, heta niha ji bo vê yekê tu çareserî pêşniyar nekirine, lê  li herêmê bi giştî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet li gorî berjewendiyên xwe tev digerin.

El-Ebid ev li gotina xwe zêde kir: "Dibêjin herêm li ser bingeha fikirê Abdullah Ocalan tê birêvebirin, belê rast e û fikirê Ocalan ne şermek e, pêwîstiya me bi fikirekî wekî vî fikirî heye, ji ber ku ne tenê neteweyekê digire nav xwe, lê belê banga biratiya gelan û jiyana hevbeş a hemû pêkhateyan dike."

El-Ebid wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Axa welat ji hinguvê Tirkiyê baştir e, êdî bila her sûriyek vê rastiyê bizanibe, ji ber ku dê Tirkiyê ji wan re nemîne, her wiha ji hikumeta Sûriyê re dibêjin ku em ne şerxwaz in, lê aştîxwaz in. Em ji diyalogan re amade ne, şer naxwazin. Lê belê diyalogê dixwazin, ka werin em bêyî dengê guleyan nîqaş bikin û zarokên xwe fêrî welatparêzî, zanist û fikirê bikin."

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan jî axivî û got: "Rizgarkirina Reqayê xwedî cihekî giranbiha ye, ji ber ku "Paytexta xîlafetê" û şêniyên herêmê fêrî nijadperestiya olî dikir, lê tişta ku şêniyên Reqayê bi rêya jiyana hevbeş û rêya demokrasiyê isbat kir, berovajî fikirê terorîst e ku çeteyan hewl dida di nav şêniyên Reqayê de bidana avakirin."   

ꞌDIYALOG TEKANE RÊYA ÇARESERKIRINA ALOZIYA SÛRIYÊ YEꞌ

El-Qeftan ev li gotina xwe zêde kir: "Bûyerên ku îro li Sûriyê diqewimin, ji ber siyasetên înkarkirinê yên hikumeta Şamê û muxalifan derdikevin holê û bêparbûna gelê Sûriyê ya ji hiqûqên wan wekî sûcê li dijî sûriyan tevahî ye."

El-Qeftan da zanîn ku hikumeta Şamê di çareserkirina aloziya Sûriyê de, çareseriya leşkerî dide meşandin, diyalogan asteng dike û rê dide dewletên din ku destwerdana kar û barên Sûriyê bikin û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk a dagirker ku beşek ji Sûriyê dagir kiriye û li herêmê siyaseta guhartina demografiyê da meşandin, ev jî isbat dike ku çareseriya leşkerî bi tu awayan sûdê nade sûriyan û aloziya Sûriyê çareser nake."

ꞌCIVATA NAVNETEWEYÎ NE LI GORÎ BERJEWENDIYÊN SÛRIYAN TEV DIGEREꞌ

El-Qeftan ev tişt got: "Tevî vê yekê em tu cidiyetê yan jî dengê civata navneteweyî nabihîzin ku çareseriyê bibîne û li gorî berjewendiyên xwe hemû rêgehên neteweyî asteng dike, her wiha gelê Sûriyê ji hiquqên wî yên alîkariyên mirovî bê par dike."

Îbrahîm El-Qeftan wiha dawî li gotina xwe anî: "Nebûna rola navneteweyî ya di çareserkirina krîzê de û dûrxistina sûriyan ji çareserkirina aloziyê, nexasim Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dihêle temenê aloziya Sûriyê dirêjtir bibe û çareseriyê bi xwe re nayne."

(eh)

ANHA