Di şahiya salvegera rizgarkirina Reqayê de soza rizgarkirina herêmên dagirkirî

Di axaftinên li şahiya salvegera 4`emîn a rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê de, axaftvanan soza rizgarkirina herêmên din ên dagirkirî jî da.

Di şahiya salvegera rizgarkirina Reqayê de soza rizgarkirina herêmên dagirkirî
20 cotmeh, 2021   12:25
REQA

Şahiya li Yarîgeha Reş a Reqayê tê lidarxistin, bi axaftinên beşdaran dewam dike. Bi navê Meclisa Sivîl a Reqayê, hevseroka meclisê Leyla Mistefa bixêrhatina mêvanan kir û salvegera 4`emîn a rizgarkirina Reqayê li hevjîn û malbatên şehîdan pîroz kir.

Leyla wiha got: “Xortên Reqayê, Tebqa, Dêrazor û Kobanê di oxira rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn.”

Leyla diyar kir ku salvegera rizgarkirina bajêr, mîladeke nû ya şêniyên Reqayê ye û wiha lê zêde kir: “Îro bi saya hêzên me yên ewlehiyê, li Reqayê aramî û ewlehî heye. Bi ked û hevgirtina şêniyên bajêr bi Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê û Gundewarên Wê re, Reqa ji nû ve hate avakirin.”

Leyla Mistefa teqez kir ku piştî Reqa ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin, bû cihekî ewle ji bo hemû welatiyên Sûriyê.  Leyla wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Dê Reqa ji bo hemû herêmên Sûriyê bibe nimûne. Ji vir wê aramî li seranserê Sûriyê belav bibe. Jina Reqayê îsbat kir ku ew dikare di avakirina civakeke pêşketî de, pêşeng be. Çavên dayikên me li pêşeroja Sûriyê ye. Bijî Sûriyeya pirrengî, demokratîk û nenavendî.”

Bi navê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) jî yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Reqayê Feysel Salim wiha aixivî: “Em îro salvegera 4`emîn a rizgarkirina Reqayê pîroz dikin, em malbatên şehîdan silav dikin û dibêjin ku fedakariyên zarokên we ji me re şerefek e.”

Feysel Salim wiha domand: “Kesên ku destê wan di kuştina gelê me û piştgiriya terora DAIŞ`ê de hebe, em efû nakin.”

Feysel Salim di dewama axaftina xwe de bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî sivîlan û got armanc jê derbkirina projeya neteweya demokratîk a li herêmê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wekî QSD`ê, em hêza xwe ji îradeya gelên azadîxwaz digirin. Em rehmê ji giyanê şehîdan re û silametiyê ji birîndaran re dixwazin.”

Yek ji endamên rêveberiya Kombûna Jinên Zeyûbiya a Reqayê Itîmad El-Ehmed jî wiha got: “Em îro bi saya fedekariyên şehîdên me li vir in. Piştî 4 salan ji rizgarkirinê, li bajarê Reqayê projeya neteweya demokratîk pêk tê, ev projeya jiyana hevbeş û biratiya gelan û sembola edalet û wekheviyê ye. Em bi vê boneya pîroz hêvî dikin ku aştî li seranserê herêmên Sûriyê pêk were.”

Şahiya pîrozkirina salvegera 4`emîn a rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê, bi stranên folklorîk dewam dike.

(cx)

ANHA