Şêniyên herêma Efrînê sersaxî da malbata şehîd Demhat Cindirês

Bi sedan şêniyên Efrînê yên li Şehbayê sersaxî ji malbata şehîd Demhat Cindirês re xwest ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû.

Şêniyên herêma Efrînê sersaxî da malbata şehîd Demhat Cindirês
20 cotmeh, 2021   12:47
ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan li herêma Efrînê konê sersaxiyê yê şehîd Fewzî Silêman (Demhat Cindirês) li navçeya Ehdas a Şehbayê veda.

/ar/uploads/files/2021/10/20/105825_ahaly-iqlym-afryn-yqdmwn-wajb-alazaa-lthwy-shhyd-dmhat-jndrys-28729.webp

Bi sedan şêniyên Efrînê Kurd, Ereb û Tirkmenên tevî endamên meclis û komînan ji hemû navçe û gundên Şehbayê berê xwe dane cihê konê sersaxiyê.

Yek ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Hesen Birko axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan Demhat Cindirês û tevahiya gelê Efrînê re xwest.

Birko wiha dom kir: "Dagirkeriya Tirk hewl dide serdema Osmaniyan ji nû ve zindî bike û  îro jî ew dixwaze navçeya Til Rifet dagir bike. Lê em dev ji berxwedana xwe berdin û em ê bibin mertal li dijî planên wê yên mêtinger. "

Birko bal kişand ser konê xwepêşandanê yê ku Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê li deriyê Sêmalka vekiriye û got: "PDK'ê xwedî dîrokeke dirêj a xiyanetê ye. Di 28’ê Tebaxê de bi kemînekê li herêma Xelîfan a Başûrê Kurdistanê 5 gerîla şehîd bûn, du ji wan ji Rojava, Serhed û Tolidan, ku cenazeyên wan hêj ji aliyê hêzên PDK'ê ve radestî malbatên wan nehatine kirin."

Yek ji rêveberên Kongreya Star Emel Nebo jî axivî û got: "Dagirkeriya Tirk li dijî gelê Kurd û jinên Kurd planên xwe pêk tîne."

/ar/uploads/files/2021/10/20/105606_aml-nbw.webp

Emel Nebo wiha dom kir: "Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hewl didin vîna me lawaz bikin, berxwedana me bişikînin û me bi rêbazên cûrbecûr, ji armanca me ya rizgarkirina Efrînê dûr bixin. Lê em wekî şêniyên kantona Efrînê tevî şert û mercên dijwar berxwedana xwe didomînin heya rizgarkirina Efrînê û vegera li ser axa me."

/ar/uploads/files/2021/10/20/105900_ahaly-iqlym-afryn-yqdmwn-wajb-alazaa-lthwy-shhyd-dmhat-jndrys-28329.webp

Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Sêvîn Silêman wesîqeta şehîd xwend û radestî malbata wî kir.    

Cenazeyê şehîd Demhat Cindirês li goristana navçeya Ehdas a kantona Şehbayê hatibû veşartin.

(dx)

ANHA