QSD: Şerê Reqayê çarenûsa herêmê diyar kir

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi boneya salvegera 4`emîn a rizgarkirina Reqayê daxuyaniyek da raya giştî û da zanîn ku şerê Reqayê gaveke girîng bû ku çarenûsa herêmê diyar kir.

QSD: Şerê Reqayê çarenûsa herêmê diyar kir
20 cotmeh, 2021   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

QSD`ê di daxuyaniya xwe de got: “Destpêkê em şehîdên xwe yên ku bi saya wan em gihîştin vê rojê û şervanên ku xelkê Reqayê ji zilmê xelas kir, bi bîr tînin."

QSD`ê da zanîn ku rizgarkirina Reqayê mînaka operasyoneke cesaretê û mezin a hêzên wan bû û armanc jî xelaskirina gelê herêmê û cîhanê ji teror û zilmê bû û wiha diyar kir: “Şervnên me baweriya hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê wergirt da ku erka xwe ya exlaqî, mirovî û nîştimanî temam bikin."

QSD`ê di berdewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser girîngiya rizgarkirina Reqayê û ev nirxand kir: "Bidawîbûna DAIŞ`ê li Reqayê gaveke girîng bû ku çarenûsa herêmê bi tevahî diyar kir. Hemleya rizgarkirina Reqayê derfeteke mezin bû da ku DAIŞ`ê were tunekirin û belav nebe û xetereya wê li ser cîhanê sînordar bibe."

QSD`ê bal kişand ser hevkariya QSD û hemû hêzên ku şerê li dijî DAIŞ`ê dikin û di serî de Koalîsyona Navneteweyî û anî ziman ku ew hêvî dikin destek hîna zêde bibe.

QSD`ê di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Baweriya hêza me heye ku DAIŞ`ê bi temamî tune bike û sûcdaran darizîne û ceza bike û edaletê pêk bîne. Lewra em pabendiya xwe ya parastina xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû êrişan, nû dikin."