Welatiyên Ereb li Şehbayê banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir

Welatiyên ji pêkhateya Ereb a li Şehbayê bang li tevahî gel û civakên bi demokrasiyê bawer  kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin.

Welatiyên Ereb li Şehbayê banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
20 cotmeh, 2021   08:09
ŞEHBA-XANDÎ ELO

Welatiyên ji pêkhateya Ereb a li kantona Şehbayê diyar kir ku Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan li dijî fikirên azad û demokrat e.

Welatiyê bi navê Cemal Hisên Komploya Navneteweyî şermezar kir û got: "Ev komplo dewletên rojavayî û alîgirên wan li dijî rêber Apo pêk anîn û hewl dan fikirên azad tune bikin."

Hisên diyar kir ku planên hêzên komploger ên tesfiyekirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê têk çûne.

Hisên anî ziman ku rêber Abdullah Ocalan ji bo neteweya xwe û tevahî cîhanê hemû tiştên xwe yên girabuha dan û planên dijmin û armancên wan têk birin û wiha domand: "Tecrîd û komplo nikarin vîna rêber Ocalan bişikînin, berovajî wê hişt ku rêber Ocalan di girtîgehê de bibe kaniya zanistê ku em ber bi rêya rast ve birin."

Hisên bang li gel kir ku asta têkoşînê bilind bikin û ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û belavkirina fikirên wî israr bikin û got: "Rêbertî bi lehengî parastin û xwesteka mafên gelên bindest kir."

Mecdolîn Şêxo jî got: "Rêber Apo fikirên xwe yên demokratîk belav kirin û banga biratiya gelan, jiyana hevbeş û hevqebûlkirinê kir, nimûneya wê yekê jî li kantona Şehbayê Kurd, Ereb û Tirkmen bi hev re di meclisan de dixebitin."

Têkildarî armancên dewletên komploger, Mecdolîn Şêxo wiha axivî: "Dewletên dijber hewl da fitneyê di navbera gelan de derxin, fikirên rêber Ocalan bi bin bixin û di çavê gelan de vê fikirê reş bikin. Lê tiştê bûye berevajî wê yekê bû, ji ber prensîba rêber Ocalan bi nirx û pîroz e û xwe dispêre wekhevî û edaletê."

Mecdolîn Şêxo wiha dawî li gotina xwe anî: "Rêbertî mafê beşdariyê da jinan û analîzên berfireh ji bo vê yekê pêşkêş kirin. Her wiha rêber Ocalan ji jinan re mafên wan û çawaniya xwesteka wan bi çi berdêlî dibe, eşkere kirin."

(dm)

ANHA