​​​​​​​Jîno Reşîd: Siyaseta PDK'ê ya li dijî RJAK'ê berdewama zîhniyeta dagirkeriyê ye

Endama Meclisa RJAK'ê Jîno Reşîd diyar kir ku sedema girtina endamên wan ji hêla hêzên PDK'ê ve, ew e ku PDK li derveyî partiya xwe tu saziyên jinan qebûl nake.

​​​​​​​Jîno Reşîd: Siyaseta PDK'ê ya li dijî RJAK'ê berdewama zîhniyeta dagirkeriyê ye
20 cotmeh, 2021   07:52
NAVENDA NÛÇEYAN- SOZDAR WEQAS

Endamên Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) Xewla Mihemed Hesen, Seyran Ehmed û Ciwana Ebdulbaqî dema ji merasîma heftemîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ji Şengalê vedigeriyan, di têketina Hewlêrê de ji aliyê çekdarên PDK’ê ve hatibûn girtin.

Bi armanca serbestberdana wan, komeke jin û rojnamevanan hemleya komkirina îmzeyê da destpêkirin û pêşkêşî Komîteya Mafên Mirovan a parlamentoya Başûrê Kurdistanê, Desteya Bilind a Kar û Barên Jinan û hemû aliyên ku bi mafên jinan eleqedar kirin.

Piştî mehekê ji girtina wan, rayedarên PDK'ê Xewla Mihemed Hesen û Seyran Ehmed ji ber zexta raya giştî û ji ber ku zarokên wan hebûn, serbest berdan.

Der barê siyasetên PDK'ê yên li dijî her sê endaman de, endama RJAK’ê li Başûrê Kurdistanê Jîno Reşîd ji ajansa me re axivî.

'RÊXISTINA ME QANÛNÎ YE '

Jîno Reşîd destpêkê bibîr xist ku her sê endam dema ku ji merasîma bîranînê yê li Şengalê vedigeriyan, bêyî ku sedemê bizanin, hatin girtin. Du kes ji wan ji ber ku zarokên wan hene piştî destwerdana partî û rêxistinên mafên mirovan hatin berdan.

Jîno Reşîd got: "Endamên me bi awayekî neqanûnî naxebitin, berevajî vê yekê xebata wan li herêmê qanûnî û fermî ye. Armanca rayedarên PDK'ê ji girtina wan eşkere bû ku PDK'ê ji derveyî partiya xwe tu saziyên jinan qebûl nake û dixwaze rêxistinbûna jinan kontrol bike û biryarên xwe yên siyasî li ser wan ferz bike."

Jîno Reşîd her wiha destnîşan kir ku PDK'ê dixwaze jinan li malê bihêle û wan tenê bi xwedîkirina zarokan û kar û barên malê ve girê bide.

Jîno Reşîd diyar kir ku siyaseta PDK'ê jinên birêxistinbûyî ku dîrok û doza xwe nas kirine û ji bo xwe, gel û axa xwe tê dikoşin, qebûl nake û wiha dom kir: "Her kes dizane ku em di rêxistinê de çi karî dikin û ji bo çi em tê dikoşin û li ber xwe didin.”

'JI JINÊN ZANA DITIRSIN’

Piştî 70 rojan, di 14'ê Cotmehê de endama RJAK'ê Ciwana Ebulbaqî serbest hate berdan. Jîno Reşîd di vê derbarê de got: "Me û malbata wê destwerdan kir, me parêzer ji bo serbestberdana Ciwana erkdar kir, lê wan ev nekir. Ev ne cara yekem e ku jin têne girtin, sala borî siyasetmedareke din li Hewlêrê çend mehan hate girtin, bêyî sedemên qanûnî navendên me girtin û xistin bin kontrola xwe û gef li endamên me xwarin."

Der barê siyaseta PDK'ê de Jîno Reşîd got: “Armanca wan eşkere ye, bi van sûcan dixwaze ramana jinên azad ji holê rake. Di bin navê azadî û mafên jinan de hewl da ku gelek jinan ji bo berjewendiya xwe bi kar bîne, lê em dixwazin jin xwedî ramaneke azad be û xwedî biryara be. Ev yek sedema girtina endamên me û girtina navendên me yên fermî li Iraqê ye.”

Jîno Reşîd di dawiyê de got: "Siyaseta wan nûnertiya zîhniyeta dagirker û dîktator dike. Dema ku jin azad be, ramana wê tê binpêkirin, ji ber wê ji jina têkoşer, zana û jinên siyasetmedar, heman demê ji hemû siyasetmedar û rojnamevanan ditirse, ji lew re wan digirin."

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) ji sala 1997'an ve li gelek herêmên Kurdistanê çalakiyên xwe dimeşîne, di sala 2002'yan de wek saziyeke fermî hate naskirin. Ew bi pirsgirêkên jinan re mijûl dibe û çareseriyên guncaw ji wan re dibîne.

(dx)

ANHA