​​​​​​​Şêniyên Reqayê ber bi qada şahiya salvegera rizgarkirina Reqayê ve diçin

Şêniyên Reqayê û mêvanên ji herêmên Bakur û Rojhilate Sûriye berê xwe didin Stada Reş da ku beşdarî şahiya salvegera 4`emîn a rizgarkirina Reqayê bibin.

​​​​​​​Şêniyên Reqayê ber bi qada şahiya salvegera rizgarkirina Reqayê ve diçin
20 cotmeh, 2021   08:29
REQA

Beriya 4 salan Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê ragihandibû.

Bi boneya salvegera rizgariya bajêr li Stada Reş a Reqayê şahî tê lidarxistin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî ji beriya 2 rojan ve ji bo parastina cihê şahiyê di nava seferberiyê de ne.

Tê payîn ku piştî çend kêliyên din şahî dest pê bike.

(dm)

ANHA