Ji çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê çend wêne

Calakiya konvedanê ya li dergehê Sêmalkayê berdewam e. Çalakî bi armanca wergirtina cenazeyên gerîlayên di kemîna PDK`ê de şehîd bûne, tê lidarxistin.

20 cotmeh, 2021   05:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji wêneyên ku nûçegihanê me ji 5`ê Cotmehê ve kişandine, diyar dibe ku bi sedan çalakvan li qada dergehê Sêmalka yê li ser çemê Dîcle yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de kom bûne.

Bi sedan şêniyên gund û bajarên herêma Cizîrê berê xwe didin çalakiya konvedanê ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîr ve hatiye lidarxistin. Çalakî ket hefteyan xwe ya sêyemîn.

Çalakvan bang li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dikin ku cenazeyên her 5 gerîlayên ku di kemîna hêzên wê de şehîd bûne radestî malbatên wan bikin. Her wiha çalakvan xiyanet û hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re ya li dijî tevgera rizgarkiriya Kurdistanê û destkeftiyên gelê Kurd şermezar dikin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG), di 28 û 29`ê Tebaxê de hêzên PDK`ê li herêma Xelîfanê bi kemînekê 7 gerîla kirin hedef. Di encamê de 5 gerîla şehîd bûn, yek ji wan piştî bûyerê bi 16 rojan bi saxî vegeriya. Her wiha texmîn heye gerîlayek dîl hatibe girtin.

Hemwextî van kiryarên PDK`ê, dewleta Tirk a dagirker ji Nîsanê ve êrişên xwe yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê didomîne.

Di çalakiyê de malbatên her du şehîdan Tolhildan Raman û Serdem Cûdî hazir in û daxwaza cenazeyên zarokên xwe dikin .

Rojane bi sedan şênî berê xwe didin konê çalakiyê û wêneyên şehîdên ji ber xiyaneta PDK`ê û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re li Başûrê Kurdistanê şehîd bûne hil didin.

Di heman çarçoveyê de dayikên aştiyê yên ji bajar û bajarokên cuda yên herêma Cizîrê di 11`ê Cotmehê de li ser pireya di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de çalakiyeke protestoyî li dar xist. Dayikan heta nîvê pireyê meşiyan da ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, lê ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatin astengkirin.

(şx)

ANHA